Bêdengiya 36 salan: Komkujiya Helebcê
- 09:08 15 Adar 2024
- Rojane
Xerîba Nêrwehî
MEXMÛR - Endama Akademiya Şehîd Jiyan a Mexmûrê Bêrîvan Îşlek, diyar kir ku Komkujiya Helebcê ya li hemberî kurdan ne ya yekem bû û ne jî bû ya dawiyê: "Di salên nêz de li Rojava, Şengal û li Bakur wek Cizîr û Sûrê jî komkujî pêk hatin lê cîhan çavên xwe ji wan komkujiyan re girt. Dijmin li ku dibe bila bibe li hemberî kurdan tim dibin yek. Divê kurd jî li hemberî komkujiyan bibin yek."
Di 16'ê Adara 1988'an de, li ber çavên cîhanê 5 hezar kurd bi gaza kîmyewî hat qetilkirin. Çend 36 sal bi ser qirqirinê re derbas bû jî di nav 36 salan de hemberî kurdan bi rêbazên cuda dîrok her dubare bû û her bi qirkirinê re rûbirû man.
Pêvajoya Enfalê di 12’yê Adara 1986’an de dest pê kir û di 7’ê Hezîrana 1989’an de bi dawî bû û di encamê de 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de 4 hezar û 500 gund û 30 navçe hatin hilweşandin. Di heman pêvajoyê de, di 12’yê Adara 1988'an de jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrişî Helebceyê kirin. Beriya êrişa kîmyewî hêzên hewayî yên Iraqê destpêkê ji bo ku kîmyebarana li nava bajêr bi bandor bibe bi çekan xaniyan bombebaran kirin û camên wan şikandin. Piştre bombeyên kîmyewî avêtin. 8 balafirên MIG-23 ên hêzên hewayî yên Iraqê 5 saetan bombeyên gazê yên bi jehrî avêtin ser Helebceya ku 40 hezar nifûsa wê hebû.
5 hezar kes jiyana xwe ji dest da
Kesên wan kêliyan jiyane, diyar kirin ku gazên “Bêhna sêvan” ên di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li tevahiya bajêr belav bûye. Di komkujiyê de piraniya wan jin û zarok zêdetirî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûne. Çekên kîmyewî zirar û bandoreke mezin da mirov û xwezaya herêmê.
Wek qirkirin hat qebûlkirin
Di sala 2003’yan de dîktatorê hilweşiyayî Seddam Huseyîn di çarçoveya Komkujiya Enfalê de ji ber qetilkirina 180 hezar kesî hat darizandin lê di sala 2006’an de ji ber cezayê darvekirinê yê ji ber Komkujiya Duceylê girtibû, hat darvekirin. Di doza ku piştî mirina xwe ji ber pêkanîna ‘Komkujiya’ li dijî kurdan de sûcdar hat dîtin. Pismamê Sedam Huseyîn Alî Hesen El Mecîd bi nasnavê "Eliyê Kîmyewî" ku di êrişan de madeyên kîmyewî amadedikir û ji bo bibandorkirina wan dixebitî, di sala 2010'an de Komkujiya Helebçeyê jî di nav de ji ber fermana êrişên bi gaza jehrî, hat îdamkirin. Di 1’ê Adara 2010’an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Komkujiya Helebçeyê weke qirkirin qebûl kir. Lê vê biryarê têra dermankirina birînên malbatên Helebçeyê nekir.
Muzexaneya Helepcê
Beşek ji bombeyên ku hatine bikaranîn û tiştên ku piştî qetlîamê mane îro li muzexaneyeke Helebceyê tên pêşandan. Tevî ku 36 sal jî derbas bûne, hê jî di hundirê muzeyê de ji bo kêmkirina bandorên madeyên kîmyewî perwane tên bikaranîn. Li Helebçeyê hê jî bandora bombeyan heye. Di hin jêrzemînên ku di dema bombebaranê de weke stargeh dihatin bikaranîn de bermahiyên gaza Xardelê tên dîtin. Ji ber ku gaza Xardelê ji hewayê girantir e, ber bi binî vê diçe belbokên biçûk çêdike û îro jî dibe sedema xeteriyê. Gaza di jêrzemînan de û veşartî dibe sedema mirinê. Dema ku avahiyek nû tê çêkirin bingeh tê kolandin, tevî ku sal derbas bûne jî rastî gaza Xardelê tên.
Aqûbeta jinên hatî windakirin
Yek ji mijarên ku herî zêde piştî qetlîamê hat axaftin jî jinên ji malbatên xwe hatin qutkirin bûn. Aqûbeta jinên piştî êrişa Helebceyê hatin revandin hê jî nayê zanîn. Hin çavkaniyên leşkerî yên Iraqê rewşa jinan piştrast dikin. Rojnameya Azadiya Welat di 21'ê Mijdara 2010'an de belgeyeke gelekî girîng weşand. Di belgeyeke nivîsên veşartî de ku ji aliyê çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ve ji Serokomariya Iraqê re hatiye nivîsandin de, hatiye diyarkirin ku jinên birine kampên komkirinê, ji bo ku di sektora fuhûşê de bixebitin, şandine welatên Ereb. Di belgeya mijara gotinê de lîsteya navan jî hebû. Li gorî belgeyê jinan şandine Misirê. Ev belge jî nîşan dide ku wek hemû şeran, li vir jî qirkirina jinan careke din hatiye kirin. Li Helebçeyê dîsa bi sedan zarok piştî êrişê winda bûn. Malbat hê jî li zarokên xwe digerin û dixwazin hikûmet di vî warî de gavan bavêje.
Endama Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêrîvan Îşlek ji ajansa me re axivî û bal kişand ser Komkujiya Helebcê û helwesta dewletan.
'Ev ne komkujiya yekem bû'
Bêrîvan, diyar kir ku Kurdistan her tim bi komkujiyan re rûbirû maye û wiha dest bi axaftin xwe kir: “Li hemberî kurdan di 12’yê Adara 1988'an de komkujiyek pêk hat. Ev komkujiya li hemberî kurdan ne ya yekem bû û ne jî bû ya dawiyê. Di dîroka Kurdistanê de li Rojhilat, Bakur, Rojava û Başûr ango her çar parçeyên Kurdistanê kurd her tim bi komkujiyan re rûbirû man. Îro jî ev komkujî didomin. Dijminê kurdan en hemû parçeyan armanc dikin ku Gelê Kurd tune bikin."
'Bi hevkariya dewletan ev komkujî pêk hat'
Bêrîvan, daxuyand ku komkujiya ku di sala 1988’an de li Helebcê pêk hat ji aliyê Rejîma Baasê ve pêk hat û wiha bi lêv kir: "Di meha adarê de bi nêzbûna Newrozê re ya ku ji bo kurdan roja serketinê tê pênasekirin komkujî pêk hat. Êriş bi çekên kîmyewî pêk hat. Ev çek li tevahiya cîhanê hatibûn qedexekirin. Lê belê bi rêvebertiya wan dewleta, bi agahiya wan dewletan û bi hevkariya wan dewletan ve ev komkujî pêk hat. Bi taybetî ya ku herî zêde bi bandor bû jî jinên kurd û zarok bûn. Yên mayî jî ji hêla Rejîma Baasê ve hatin girtin û hatin revandin. Divê hemû cîhan bizane ku ev komkujiya ku li Helebcê pêk hat li hemberî tevahiya mirovahiyê hat kirin. Jin, zarok, pîr û kal hatin qetilkirin. Xweza jî ji vê êrişa bi kîmyewî bi bandor bû. Heta îro jî bandora vê êrişa kîmyewî li ser xweza û tenduristiya mirovan didome."
'Bertekên xurt nehatin nîşandan'
Bêrîvan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sekna dewletan a li hemberî komkujiyê: "Li hemberî komkujiyên bi vî rengî sekn, têkoşîn û avakirina yekitiyê girîng e. Başûrî êrişên ku pêk hatî wek Enfal bi nav dike. Peyva Enfal di Quranê de cih girtiye û tê wateya qetilkirinê. Lê belê piştî ev komkujî pêk hat, dewletên wek Amerîka, Rusya û dewletên din ên ku wan çêkan qedexekiribûn bêdeng man. Li hemberî vê komkujiyê bertekên wisa xurt û kujer bên darizandin nîşan nedan. Tenê daxuyaniyên bi zimanê rexnekirî dan raya giştî."
'Li dijî komkujiyan yekitî hewce dike'
Bêrîvan, banga yekitiyê li Gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha li cîhanê çend Komkujiya Helebcê deng da jî niha jî li hemberî komkujiyên nû pêk tên jî bêdengî didomin. Li Rojava, Şengal û li Bakur wek Cizîr û Sûrê di salên nêz de komkujî pêk hatin lê cîhan çavên xwe ji wan komkujiyan re girt. Lê belê tunebûna yekitiya kurdan rê li ber van komkujiyan vedike. Dijmin li ku dibe bila bibe li hemberî kurdan her tim dibin yek. Divê Gelê Kurd jî li hemberî vê serkeftinê bike armanc û berxwedaneke yekgirtî bide meşandin."