Birîna 32 salan a Semsûrê: Çiyayê Bêzar
- 09:05 16 Gulan 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
SEMSÛR - Zînê Tumen ku di komkujiya Çiyayê Bêzar ku bîrina 32 salan a Semsûrê ye, de kurê wê Îsmaîl Tumen jiyana xe ji dest da wiha got: “Ji ber madeyên kîmyewî û barutê bedena wan nedihat naskirin.”
Çîroka Çiyayê Bêzarê 32 sal berê dest pê kir. Gelek çîrokên ku rastiya Kurdistanê vedibêjin hene. Yek ji van ya Çiyayê Bêzar e. 22 xwendekarên dersxaneyê yên ji navçeyên Meletî û Semsûrê hatin gel hev di 16’ê Gulana 1994’an de ji bo tevli PKK’ê bibin li Çiyayê Bêzar tên gel hev. Şeva xwe li wir derbas dibin û ber bi sibehê leşker dora wan digirin. Nokteya lê ne ji aliyê helîkopterên kobra ve bi çekên kîmyewî tê bombebarankirin û 28 kes tên qetilkirin. Cenazeya 28 ciwanan ji aliyê leşkeran ve ji çiyê girtin. Cenaze li baxçeyên qerekolê tên sekiandin û 11 heb ji aliyê malbatan ve tên teşhîskirin û girtin. 17 heb jî ji aliyê leşkeran ve li Goristana Karapinar a navenda Semsûrê tên çalakirin û ser bûyerê tê girtin.
‘Em bi qasî ku bimirin ji jiyanê hez dikin’
Li ser gora komî ya li Goristana Karapinarê, navê 28 ciwanî û nivîsa "em bi qasî bimirin ji jiyanê hez dikin" hatiye nivîsîn. Ev ji bo gelê Semsûrê wek abîdeyekê ye. Di her cejn û salvgerê de abîde bi girseyî tê ziyaretkirin.
Zînê Tumen wêneyên kurê xwe nîşan da û got: “32 sal berê Îsmaîl û Oner ji malê derketin. Salekê min nizanibû li ku derê ne. Piştre me bihist ku Oner Tumen li Yavuzelî hatiye qetilkirin. Îsmaîl Tumen li Çiyayê Bêzar hat qetilkirin. Wê demê ez li Mersînê dihatim dermankirin. Xizmên min geriyan û agahî dan min.”
Ji ber şewatê beden nedihatin teşhîskirin
Zînê Tumen wiha anî ziman: “Em hatin malê mala me qerebalix bû. Hevjînê min got Îsmaîl qetil kirine. Em çûn cihê ku cenaze lê bûn. Leşkeran em kaş kirin û em birin cihekî ku sê cenaze ligel hev bûn.Got kîjan kurê te ye. Yek dişibiya Îsmaîl lê tam ne diyar bû. Beden şewitî bûn. Nedihatin naskirin. Li çîma kurê min şan hebû. Di nav wan cenazeyan de yê kurê min tune bû. Piştre wêneyê Îsmaîl nîşan dan min xwest ez maçî bikim lê leşkeran ji destê min girt. Me cenazeya xwe negirt.”
’32 sal e digirîm, bila aştî bê’
Zînê Tumen balkişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha domand: “Ez jî aştiyê dixwazim. Bila kes nemire. Kurê min yên din jî li surgunê ne. Bila ev xwîn raweste. Bila kes êşê nekşîne. 32 sal e digrîm. Ez aştiyê dixwazim.”







