Rojbîn Çetîn: Heta ku civaka demokratîk ava nebe aşti ne pêkane
- 09:03 5 Tebax 2026
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn ku hat tahliyekirin,da zanîn ku îşkenceya bi kuçik a di bin çavan de de lê hatiye kirin, li dijî têkoşîna azadiya jinan bûye. Rojbîn Çetîn pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxand û got pêvajo bi têkoşîna 50 salî teşe bûye.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetîn, li Amedê di 26’ê Hezîrana 2020’an de di serdegirtina malan de bi îşkenceya bi kuçik hat binçavkirin û di 7’ê Tîrmeha 2020’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Rojbîn Çetîn di 28’ê Tîrmehê de hat tahliyekirin. Rojbîn Çetîn der barê binçavkirina bi îşkenceyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ji ajansa me re axivî.
‘Îşkenceya li min hat kirin helswestek li dijî têkoşîna jinan bû’
Rojbîn Çetîn da zanîn ku di 26’ê hezîrana 2020’an de li Amedê operasyon li hember mala wê hatiye kirin û sê saetan îşkence lê hatiye kirin û got: “Ev li şexsê Rojînê nehat kirin. Em dizanin ku ev îşkence li dijî jnan, pêşengiya jinan, îdeolojî û xeta azadiya jinan hatiye kirin. Armanca wan ev bû ku peyamê bidin civakê. Ji ber ez di xebatên jinan û partiyê de bûm ev îşkence hat kirin. Ev helweteke li dijî tevgera jinê, têkoşîna jinê bû.”
‘Daxuyaniya serokatiyê kelecanek mezin afirand’
Rojbîn Çetîn diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev du sal û nîv e dest pê kiriye û got di girtîgehê de şopandin zehmet bûye. Rojbîn Çetîn wiha anî imzan: “Devlet Bahçelî bang li serokatiyê kir. Ev bangek dîrokî bû. Ewil em jî matmayî man. Yanî kesekî te qebûl nake, serok qebûl nake, têkoşînê qebûl nakbe, bandor li serokê te dike. Mirov pirsa ‘çima?’ ji xwe dikin.Banga serokatî a di 27’ê Sibatê de kelecanek mezin bi me re afirand. Li aliyê din jî tiştên tên jiyîn em hewl dibin fêm bikin.”
‘Kêf û tilîliyên me di zindanê de deng dan’
Rojbîn Çetîn daxuyakirin ku fêmkirina pêvajoyê û nirxandin jî teşeyek têkoşînê ye û wiha pê de çû: “Dema me dengê serok bihist em pir kelecanî bûn û ev hêviyek mezin bû. Kêf û tilîliyên me di zindanan de deng dan. Ji bo vegotina wê atmosferê em çi jî bêjin kêm dimîne. Ji ber heval pir kêfxweş bûn. Me jî nizanibû di metnê de çi heye. Em ewil hestiyar bûn, her hevalê rondik dibarand. Me wêneyê sreok dît û metn hat xwendin. Di berdana çekan de bêdengî ava bû, ew rewş hat jiyîn. Lê metneke têr û tije bû. Ji boyekitiya gelan hatibû avakirin.”
‘Pêvajoyeke bi baweriya serokatiya me heta îro hatiye’
Rojbîn Çetîn diyar kir ku bi rojnamegerên ku hatine girtîgehê re jî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re hatine kirin nîqaş kirine û wiha domand: “Baweriya bi serokatiya me bêdawî ye. Serok perspektîfek nû afirand û bi banga dewletê re xwest tiştên nû biafirîne.Şerê ku 50 sal zêdetire didome heye. Ji vir şûnde wê şer raweste û çek bên danîn. Merasîma şewitandina çekan çêbû. Em bûn şahid. Serokatiyê pêvajo da destpêkirin û didome. Ev ne nû ye. Yanî bi salek û nîvê nabe. Em bi çi bawer dikin. Em serokatiya xwe bawer dikin. Bi baweriya serokatiya xwe pêvajoyeke heta vir hatiye heye.”
‘Manîfesto û paradîgma diyar e’
Rojbîn Çetîn di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Têkoşîneke 50 sal e didome heye. Nexşerê diyar e. Manîfesto diyar e paradîgma diyar e. Armanca manîfstoyê ev e ku civaka demokrtîk ava bike. Ji bo aştiyeke mayînde bi rumet divê civaka demokratîk bê avakirin. Em xwedî bawerî ne. Wê pirsgirêka Kurd çareser bibe û statuya hiqûqî pêk bê. Ev statu bêguman girêdayê statuya serokatiyê ye, azadiya serokatiyê ye. Em bawer dikin. Civaka demokratîk bê runiştin wê azadiya serok jî evqas nêz be.”







