Kovara Jinê têkoşîna jinên êzidî kir manşeta xwe
- 10:47 2 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 179’an a Kovara Jinê bi berga ‘Jinên Êzidî: Ji Jenosîdê heta îradeya damezrîner’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di hejmara nû de jenosîda ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî gelê Êzidî pêk hat; ji bilî komkujî, dîlgirtin, koçberkirina bi darê zorê û windabûnên ku jinan jiyane, bi berxwedan û îradeya damezrîner a jinên Êzidî yên ku bîranînê zindî dihêle, têkoşîna edaletê mezin dike, xweparastinê bi pêş dixe û jiyanê ji nû ve ava dike, bi aliyên cuda digre dest. Her wiha di kovarê de 5 dosyayên berfireh ên ji aliyên hiqûqî yên jenosîde bigre heta nîqaşên li ser rastiya jinan û jiyana azad jî cih digrin.
Sernavên di hejmara nû de wiha ne:
*Ji Qada Şer ber bi Biryardariyê ve: Jinên Êzidî / Cemîle Turhalli
*Li Şengalê Piştî Jenosîdê Têkoşîna Jinên Êzidî ya Ji Nû Ve Avakirina Bîr û Jiyanê / Devrîm Demîr
*Kirdeyên ku ji Perçeyên Qirkirinê Şîn Dibin: Jinên Êzidî / Bêrîtan Zagros
*Sala 12’yemîn a Salvegera Jenosîda Êzidiyan: Heta Edalet Pêkneyê Birîn Nayê Kewandin / Heval Arslan
*Ji Biyanîbûnê ber bi Rizgarbûnê ve: Heqîqeta Jinan û Îradeya Damezrîner / Wenda Dursend







