Riham Hico: Ji komkujiyê Iraq, PDK û hêzên navneteweyî berpirsin

  • 09:04 2 Tebax 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA- Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Riham Hico 74’emîn fermana li dijî Êzidiyan nirxand û got hêzên navneteweyî û PDK sûcdarin û got: “Em jinên Êzidî xwe rêxistin nekin nikarin têkoşîna civaka Êzidî mezin bikin. Em rêxistinbûnê esas digirin.”
 
Êzidiyê li Rojhilata Navîn xwedî baweriya herî qedîmin di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi komujiya DAIŞ’ê re hatin rû hev. Bi vê komkujiyê dîrok, çand û civak hedef hat girtin.
 
Piştî komkujiyê Êzidiyan xwe rêxistin kirin û hem jî wek hêza parastinê Meclîsên Rêveberiya Xweser hem jî Yekitiya Berxwedana Şengalê (YBŞ),  Yekitiya Jinên Şengalê hat avakirin. Bi armanca pirsîna aqûbeta jinan û meşnadina xebatên dîplomasiyê di 2015’an de Tevgera Jinên Azad a Êzidî (TAJÊ) hat avakirin.
 
Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ, Riham Hico der barê mijarê de axivî.
 
‘PDK û hêzên navneteweyî sûcdarin’
 
Riham Hico got ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û got: “Komkujiya hat kirin her kes dizane. Ji her kesî re hat vegotin. Komkujiyek plankirî bû. Her tişt li holê bû. Kê kir? Ev aşkera ye. Hêzên komploger xwestin Êzidiyan ji Şengalê derbixin. Xwestin civaka Êzidî tune bikin. Gelek hêz li dijî komujiyê bêdeng man.  Ji ber tunekirina civaka Êzidî ji bo berjewendiyên xwe qebûl dikirin. Iraq, PDK û hêzên navneteweyî sûcdar bûn. Lê HPG, YJA STAR û YPG û YPJ’ê ev komkujî vala derxistin. Piştgirî dan Êzidiyan.”
 
Azadkirina Şengalê
 
Riham Hico  got piştî azadiya Şengalê vegeran destpêkiriye û wiha got: “Azadiya Şengalê bi hezaran bedelî pêk hat. Gelê Kurd ji bo azadiya axa Şengalê canê xwe da. Bi îrade û berxwedanek mezin hat bidetxistin. Piştre di serî de me clîsa jinan û rêveberiya xweser hat avakirin. Bi avakirinê re vegeran detst pê kirin.  Bi hezaran  Êzidî neçar man koçî welatên din bikin.”
 
‘Dewleta Tirk jî pêşengên civaka Êzidî hedef girt’
 
Riham Hico got piştî kes vegeriyayen Şengalê, hinek hewldanên Tirkiyeyê jî çêbûne û wiha domand: “Xeyala Tirkiyeyê DAIŞ Êzidiyan qir bike. Ji bo vê piştgirî da. Piştî ku DAIŞ bi ser neket dewleta Tirk bixwe ket dewrê. Di 2017’an de Tirkiyeyê bi balafirên şer êrîş kir. Gelek kesî jiyan axwe ji dest dan. Armanca esas şikandina îradeyê bû. Lê civaka Êzidî îradeyek mezin nîşan da. dewleta di  Iraqê navbera Êzidiyan de polîtîka parçebûnê esas digire. Iraq bi vê polîtîkayê xwet Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef bigire. Tehdîdên xwe didomîne.”
 
Rêxistibûna jinan
 
Riham Hico balkişand ser girîngiya xebatên dîplomasiyê û wiha dawî lê anî: “DAIŞ’ê ku cîhan tirsand li Şengalê şikestinek mezin jiya. Êzidiyan doza xwe veguhertin doza mirovahiya cîhanê. Em jin xebatên xwe dimeşînin. Em xwe rêxistin dikin. Em xwe rêxistin nekin em nikarin têkoşînê jî mezin bikin. Em jinên Êzidî rêxistibûnê esas digirin. Heta gelê Şengalê azad nebe em dest ji têkoşînê bernadin.”