Yên ku qeyûman xera kir jin ji nû ve ava dikin
- 09:03 2 Tîrmeh 2026
- Rojane
Buşra Turan
AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê xebatên jinan ên ku di dema qeyûman de ji holê hatibûn rakirin ji nû ve ava dike. Bi Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn, piştgiriya hiqûqî, civakî û psîklojîk ji bo jinan tê dayîn û ji bo jin bibin xwedî gotin li taxan piştevaniyê dihûne.
Şaredariya Agiriyê ku ji nû ve avakirina destkeftiyên jinan hedef dike, xebatên jinan didomîne. Piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê şaredariyê Midûriyeta Polîtîka Jinan ava kir û di 2024’an de jî Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ava kir. Bi Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn, piştgiriya hiqûqî, civakî û psîklojîk ji bo jinan tê dayîn û ji bo jin bibin xwedî gotin li taxan piştevaniyê dihûne.
Cigira hevşaredariya Agiriyê Benazîr Aydemîr Kaya der barê xebatan de axivî.
Ya ewil polîtîkayên azadiya jinê ye
Benazîr Aydemîr Kaya da zanîn ku piştî hilbijartinên 2024’an şûnde di şaredariyê de xebatên jinan dane destpêkirin û ji bo xutrkirina piştevaniyê gav avêtine. Benazîr Aydemîr Kaya wiha got: “Hilbijartinek zehmet bû. Tev lîstikan em bi ser ketin. Çawa me qezenc kir bi nêrîna demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê me xebatên xwe dan destpêkirin. Me komîsyonên jinan ava kir. Me Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ava kir. Me psîkolog û hevalên hîndekar tevli kadroya xwe kirin û ekîb berfireh kir. Piştre jî me avahiyeke di baxçeyê şaredariyê de ku vala bû tadîlat kir û bi navê Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn vekir.”
Xebat
Benazîr Aydemîr Kaya wiha anî ziman: “Bi hevkariya Navenda Zîn em xizmeta hiqûqî û civakî didin jinan. Piştî qeyûman pêvajo ji bo me zehmet bû. Vê ferasetê jin bi tevahî tune hesibandibû. Em tax bi tax geriyan û me Navenda Zîn vegot. Me got jin dikarin hemû pirsgirêkên xwe li vir biaxivin. Me bi baroya Agiriyê re jî protokol îmze kir. Ji bo ku jin xizmeta hiqûqî bigirin. Me Belgeya Helwestê ya Tundiyê Îmze kir. Li navendê di mijarên zayenda civakî, pençeşêra memikan û malzarokê de perwerde hat dayîn. Me bi jinan re civîn kirin.”
Xebatên ji bo jin û zarokan
Benazîr Aydemîr Kaya anî ziman ku li navendê ji bo jinan jî qad ava kirine û wiha pê de çû: “Jinan piştgiriya psîkolojîk girtin. Me atolye vekirin. Atolyeyên wêneyan eleqe dît. Em ê peşangehê vebikin. Dema me ev kir me zarok jî esas girtin. Me ji bo zarokên bi dayikên xwe re dihatin qadek biçûk vekir. Bi vî awayî dayikan karên xwe rehetir kirin.”
Li 18 taxan xebat
Benazîr Aydemîr Kaya destnîşan kir ku ji roja hatine peywirê xebatên piştevaniya ji bo jinan li taxan didomînin û xwe digihînin jinên hewcedar û wiha bi lêv kir: “Jinên tên qursa spor û wêneyan, bi jinên rewşa wan a aborî ne baş e re dikevin piştevaniyê. Mînak bêjim ji bo jinekê piştgiriya mehane hat girêdan. Hevalek jin du hezar dide, hevala din jî piştgiriyê dide. 3-4 jin vê bi awayekî komunal dimeşînin. Niha li 18 taxên Agiriyê xebatên jinan tên meşandin. Derî bi derî xebat tên meşandin. Jin di mijarên tundiyê de xweparastinê de tên agahdarkirin.”
‘Me komunên jinan ava kirin’
Benazîr Aydemîr Kaya diyar kir ku di xebatên li taxan dimeşînin de li dijî xizaniya giran tora piştevaniyê ava kirine û wiha nirxandin kir: “Di xebatan de jinên rewşa wan pir xerab in tên tespîtkirin. Me bi van tora piştevaniyê ava kir. Yên rewşa wan pir xerab ji bo wan xanî, alav hatin peydakirin. Di esasê de di Navenda Piştevaniya Zîn de jiyanek komunal jî tê hûnandin. Ji roja em hatin ser peywirê heta niha me sê navendên jinan vekirin. Li termînalê ji bo dê û zarokan me navendek vekir. Li Garaja navçeyê jî me ji bo dê û zarokan navendek vekir. Xebatên jinan didomin. Navenda me ya din jî li ber girtîgehê ye. Ji bo jinên diçin girtîgehê û bîhna xwe vedin ev navend hat vekirin. Her wiha me Parka Aştî û Jin jî sala borî vekir. Ligel vê xebatên me yên çêkirina pirtûkxaneyê heye. Projeyên me yên ji bo dema nû hene. Atolyeyên me faliyetên perwerdehiyê wê bidomin.”







