Zîlan li Serdşetê hate bîranîn
- 10:24 1 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serdeşta Şengalê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan semînerek hate dayîn, di semînerê de hate diyarkirin ku berxwedana jinên Êzidî berdewamiya têkoşîna Şehîd Zîlane.
Çalakiyên ji bo bîranîna Şehîd Zîlan li Şengalê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li Serdeşta Çiyayê Şengalê semînerek hat dayîn.
Semînera ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê û Komîna Serdeştê ve hatibû amadekirin, bi tevlîbûna dehan kesan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtinê, girîngiya parastina jinê û tevahiya civakê bi pêşengiya jinan û têkoşîna li hemberî dijminên civakê hate nirxandin.
Di semînerê de hate destnîşankirin ku berxwedana jinên Êzidî ya piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, berdewamiya têkoşîna Şehîd Zîlane. Her wiha hate gotin ku îro jinên Êzidî li Şengalê di warê siyasî, civakî û di nava pergalên parastina herêmê de xwedî roleke giringin. Di axaftinan de hate tekez kirin ku ev berxwedan bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û Şehîd Zîlan jî bi heman fikrî karibû li hemberî dijminê herî hov, îradeya jina azad nîşan bide.
Bernameyê bi nîşandana sînevîzyonekê li ser jiyan û kesayetiya Şehîd Zîlan dewam kir. Di dawiya semînerê de jî Koma Navenda Stranên Nexşa ya Bêrîvan, stranên li ser Şehîd Zîlan hatine çêkirin pêşkêş kirin.







