Jinan ji bo mîtînga azadiyê bang kirin:Jin wê ji bo jiyanek wekhev li qadan bin

  • 09:04 24 Hezîran 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Jinan ji bo Mîtînga Azadiyê ya ku wê li Wanê pêk bê bang kirin û diyar kirin ku ji bo jiyanek wekhev û demokratîk wê xeta têkoşîna hevpar mezin bikin û got: “Em pêşengiya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatêde hat kirin dikin. Ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya fîzîkî em banga tevlibûna qadan li jinan dikin.”
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Hezîranê de li Wan û Mersînê û di 28’ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya ‘Bi serokatiya azad ber bi civaka demorkatîk’ ve wê ‘mîtîngên azadiyê’ pêk bên. Di çarçoveya vê de amadekarî didomin. Li Agiriyê jî rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û meclîsê jinan xebatên xwe yên ji bo mîtînga 27’ê Hezîranê ya li Wanê de didomînin. Xebat bi tevlibûna gelek nûnerên asziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêmê didomin.
 
Jinan der barê xebatên dimeşînin de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Em jin pêşengiya vê dikin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Çîgdem Gur da zanîn ku jin pêşengiya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin û banga tevlibûna mîtînga bi dirûşmeya ‘bi serokatiya azad ber bi civaka azad ve’ kir. Çîgdem Gur wiha anî ziman: “Felsefeya Rêber Apo riya têkoşîna jinan her tim ronî kir, hêz da. Ji bo jiyanek wekhev, ji bo nasnameya jinê, jinan di têkoşînê de cihê xwe girt. 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin. Me jinan jî pêşengiya vê kir. Heta azadiya Birêz Ocalan pêk neyê wê têkoşîna me bidome. Em ê di 27’ê Hezîranê de li Wanê di mîtînga azadiyê de li qadan bin. Heta ku serkeftin neyê jin wê pêşengiya xwe bidomînin.”
 
‘Heta ku em hebin wê têkoşîna me bidome’
 
Rêvebera DEM Partî ya Agiriyê Fatma Zengîn jî bi lêv kir ku tevî behsa aştî û wekheviyê tê kirin, di pratîkê de dewletê gav navêtiye û got: “Têkoşîna me wê bi biryar bimeşe. Em banga tevlibûna mîtînga Wanê dikin. Em ji bo Rêber  Apo azadiyê dixwazin. Em ji bo vê têdikoşin. Heta em hebin wê têkoşîna me bidome. Divê dewlet gavê bavêje. Em hemû gelê xwe vexwendiyê mîtînga Wanê dikin.”
 
‘Me îdeolojiya Abdullah Ocalan esas girtiye’
 
Endama meclîsa jinan a DEM Partiyê Ayşe Karakuş jî der barê armanca mîtînga Wanê de axivî û got armanc azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha vegot: “Pêvajoya aştiyê yek alî nameşe. Divê pêvajo baş bimeşe û ji bo vê jî azadiya fîzîkî şert e. Divê Rêber Apo azad be, girtiyên siyasî bên berdan. Divê em ji bo vê di 27’ê Hezîranê de li qadan bin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê mîtînga li Wanê dikin.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Welatiya bi navê Hatîce Şengul jî daxuyakirin ku divê azadî, mafê ziman û mafê girtiyan bê parastin û wiha balkişand ser zilma ku dayik dikşînin: “Dewlet gavê navêje. Divê hemû mexdûriyet bên dîtin û bên çaresekirin. Em azadiyê dixwazin. Em zimanê xwe dixwazin. Gelek kes girtîne. Bêyî sûc girtîne. Zilmê li Kurdan dikin. Em mafê xwe diparêzin, em mafê Abdullah Ocalan dixwazin. Dayikên polîsan, leşkeran, gerîlayan hemû mexdûr in. Divê ev mexdûriyet ji holê bê rakirin.”
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Agiriyê Marîfet Yakar jî wiha anî ziman: “Divê têkoşîna 50 salî bi aştiyê encam be. Em azadiya fîzîkî ya hemû girtiyan û serokatiyê dixwazin. Em bi coşek mezin di mîtînga 27’ê hezîranê de li Wanê bên gel hev.”
 
‘Em bibin pêşengên mîtîngê’
 
Rêvebera DBP’ê ya Agiriyê Songul Demîr jî destnîşan kir ku Kurdan ji bo aştiyê gav avêtiye lê dewletê hîna bersiv nedaye û divê dewlet bikeve tevgerê. Songul Demîr wiha dawî lê anî: “Salek zêde ye pêvajoya aştiyê didome. Me gavek avêtiye. Em dixwazin dewlet jî gavê bavêje. Em dixwazin hevalên me yên zindanan, Rêberê gelê Kurd bê berdan. Divê ji bo azadiya girtiyan gav bê avêtin. Di 27’ê Hezîranê de li Wanê wê mîtîng pêk bê. Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo aştiyê bibin pêşeng. Em ji bo aştî û wekheviyê gavekê bavêjin.”