Dr. Zeynep Ardiç: Ji bo aştiyê divê gava hiqûqî bê avêtin

  • 09:03 24 Hezîran 2026
  • Rojane
RIHA - Ji Zanîngeha Medeniyet a Stenbolê akademîsyen Dr. Zeynep Ardiç der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir û got: “Divê aştiya civakî bê avakirin. Divê ji bo aştiyê gava hiqûqî bê avêtin.”
 
Pêvajoya bi pevçûn ya bi salan e li Kurdistanê didome bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ket demek nû. Bi pêvajoyê re Tevgera Azadiya Kurd merasîma şewitandina çekan pêk anî û piştre aliyên siyasî û civakî nîqaşên aştî û çareseriyê ji nû ve anî rojevê. Tevgera Azadiya Kurd gavên girîng avêt  lê dewletê hîna gavek navêtiye, biryara ‘mafê hêviyê’ ya DMME’yê pêk neaniye.
 
Ji Zanîngeha Medeniyet a Stenbolê akademîsyen Dr. Zeynep Ardiç der barê pêvajo û biryara DMME’yê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Ji bo aştiyê divê gava hiqûqî bê avêtin’
 
Zeynep Ardiç diyar kir ku bi avakirina zemînek hiqûqî wê pêvajo bikaribe bimeşe û got: “Li Tirkiyeyê ji paşerojê de ye di alî hiqûqê de pirsgirêk hebû. Hiqûqeke ku li hember hemû kesî wekhev tu car tunebû. Dema dawî de di mijara hiqûqê de şûndeketinek heye. Bi taybet jî 15 salan de. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, bi giştî wisa ye. Ger ku em bixwazin aştiyê ava bikin divê di mijara hiqûqê de gav bên avêtin.”
 
‘Pêkhatina biryara DMME’yê girêdayê kêfa desthilatdariyê ye’
 
Zeynep Ardiç destnîşan kir ku ji bo biryarên DMME’yê pêk bên divê dewlet îradeya xweya polîtîk dane holê û wiha bi lêv kir: “Di mijara pêkanîna biryarên mekanîzmayên navneteweyî û DMME’yê de pirsgirêkek wisa heye; mekanîzmayên ku DMME jî tê de ye dibêje divê dewlet  biryar pêk bên. Dema ku dewlet van pêk neynin, mekanîzmayên ku pêk bên hene. Mînak di alî biryarên DMME’yê de hinek makenîzma dikarin pêk bê. Mînak wek rawestandina endamtiya Tirkiyeyê. Lê em dibînin ku ev pêk nayên. Pêkhatina biryara DMME’yê girêdayê kêfa desthilatdariyan e.”
 
‘Sedema xerabûna pêvajoyên berê nebûna zemîna hiqûqî bû’
 
Zeynep Ardiç got ji avêtina gavên hiqûqî wêdetir, nebûna zemîneke hiqûqî ye û ev tişt bi lêv kir: “Mînak di pêvajoya 2015’an de ji ber nebûna zemîneke hiqûqî pêvajo bi dawî bû. Ger ku zemîna hiqûqî ya pêvajoyê hebûna, pêvajo bibûna; partiyên sêyemîn, dewletên navbeynkar tunebûna wê hîn hêsantir bûna. Sedema xerabûna pêvajoyê berê nebûna zemîna hiqûqî bû.”
 
‘Divê em aştiya civakî ava bikin’
 
Zeynep Ardiç wiha dawî lê anî: “Divê em aştiyeke mayînde ava bikin. 21 meh in ev pêvajo destpê kiriye. Em tevli gelek bernameyan bûn, em di platformên cuda de axivîn. Bêdengbûna çekan girîng e. Nîşandana vê îradeyê bi nirx e. Divê em aştiya civakî ava bikin. Divê pêvajo zelal bimeşe, hemû alî tevli bibin, hesab bê dayîn, bi paşerojê re rûhevhatin hebe.”