Girtiyên nexweş berdin
- 15:48 30 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan li Enqere û Stenbolê bang kirin ku demildest girtiyên nexweş bên berdan.
Parêzvanên mafên mirovan li Enqere û Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane berdewam kirin, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.
Stenbol
Çalakiya "Rûniştina F" ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve tê lidarxistin, di hefteya 740'emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de ku li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin, îşaret bi rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz (77) ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê tê girtin, hat kirin. Di çalakiyê de pankarta "Girtiyên nexweş berdin" li ser nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin", "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Hatîce Yildiz berdin" hatin berzkirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Enqere
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 612'emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate daliqandin. Daxuyaniyê rêverberê şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Atîlla Dîrîm xwend.
Atîlla Dîrîm bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel.Daxuyanî bi berzkirina diruşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd êşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” dawî bû.







