Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 20:11 15 Gulan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Nivîskar Yildiz Çakar, îro serê sibê dema ji Almanyayê dihat, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.  Yildiz Çakar êvarê hate berdan û biryara girtinê ya li ser wê hebû hate betalkirin.
 
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Yildiz Çakar serê sibê gihîşt Balafirgeha Stenbolê ku ji wir biçe Amedê. Di dema kontrola pasaportê de hat binçavkirin û birin qereqola polîsan a balafirgehê. Paşê ew birin qereqoleke din a polîsan a li derveyî balafirgehê û ji wir jî birin dadgehê. Li dadgehê bi rêya pergala SEGBÎSê derket pêşberî dozger.
 
Di lêpirsîna dozger de, Yildiz Çakar bi îdiaya “propagandaya terorê” hate tawanbarkirin, lê wê ev îdîa qebûl nekir. Piştî temamkirina pêvajoyên hiqûqî, vê êvarê hate berdan û biryara girtinê ya heyî ya li ser wê hate rakirin.