RONAK li dijî darvekirinan bang kir
- 15:57 6 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Jinên Rojhilat (RONAK) bi daxuyaniyekê destek da bangên sekinandina cezayên darvekirinê û têkoşîna mafê jinan. Her wiha daxwaza berdana girtiyên siyasî kir.
Federasyona Jinên Rojhilat (Rojhelat Women’s Federation- RONAK), daxuyeniyek niviskî weşand, ragihand ku ew destekê didin têkoşîna jinan a bi destxistina mafan. Her wiha ragihand ku ew destekê didin banga Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat a sekinandina cezayên darvekirinê
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em wek rêxistina RONAK ku di qada civakî û mafê mirovan de xebat didin meşandin, bi biryarek vekirî û seknek fermî em desteka tam didin têkoşîna jinan a ji bo bi destxistina edaleta civakî, azadiya sivîl û mafê bingehîn. Her wiha rêxistina me, beşdarî banga Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat ji bo parastina jiyana ciwanên li Îranê dibin xeteriya cezayê darvekirinê de dibe. Em parastina mafê jinan bi giştî wek parçeyek a ji mafê mirovan neyê qutkirin dibînin.
Her wiha em wek rêxistina RONAK diyar dikin ku em piştevanî û desteka tam didin hemû girtiyên ji ber fikir, xebatê sivîl an jî seknên siyasî hatine girtin. Em van cûrên girtinan wek binpêkirina mafê mirovan û qedexeya azadiya bingehîn dizanin.
Rêxistina RONAK îfade dike ku ew bi awayek radîkal û bi bîryar li dijî cezayên darvekirinê ne. Ev cezayê giran û ne guncaw, wek binpêkirina cidî ya mafê jiyanê di nirxîne.
RONAK, daxwaz dike ku hemû cezayên darvekirinê bi temamî were sekinandin, banga vegera pergalek a darazê li ser mafê bingehîn ê edalet û mirovatiyê were avakirin dike.
Em bang li hemû tevegerên neteweyî, navneteweyî, rêxistininên xwecihî û hêzên siyasî, saziyên mafê mirovan û hemû mirovan dikin ku li dijî darvekirinan seknek hepar raber bikin. Armanc berdana bê şert a girtiyên siyasî, bi dawîbûna hemû cûrên darvekirinan û parastina mafê hemû jin û kesên civakê ye.”
Rêxistina RONAK destnîşan dike ku, dê têkoşîna avakirina civakek edlane, azad û wekhev bidomînin. Hedef dike ku hevkariya di nava hemû hêzên têkoşer de û piştevaniyê bi hêz bikin û bigihin hedefa xwe.







