Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
- 19:10 29 Nîsan 2026
- Rojane
ERDEXAN – Li Erdexanê Nursel Ozer ji aliyê mêrê ku dest ji keça wê berdabû ve hat qetilkirin.
Li gundê Bangis a Erdexanê jina bi navê Nursel Ozer ji aliyê mêrê ku dest ji keça wê berdabû ve hat qetilkirin. Piştî ku kesên derdorê aghaî dan, ekîbên cenderme û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Di kontrolên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku Nursel Ozer jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeya Nursel Ozer ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Gumanbar ji cihê bûyerê reviya û hat hînbûn ku ji bo girtina gumanbar xebat didomin.







