Wê jin ber bi Gemlîkê ve bimeşin

  • 09:18 17 Nîsan 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA'yê Çîmen Fîdan derbarê meşa Gemlîkê de ku dê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin axivî û got, "Jinên ku ber bi Gemlîkê ve dimeşin, dê deng û qîrîna bi mîlyonan kesan li wir hilgirin."
 
Bi salan e gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe dide û xwepêşandanan dike. Ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve, azadiya Rêberê Gelê Kurd wekî pêwîstiyek ji bo pêşketin û serkeftina pêvajoyê tê dîtin û gelê Kurd ji her demê bêtir  daxwaza azadiyê dike. Jin pêşengiya vê daxwaza azadiyê dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 19'ê Nîsanê de bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê û azadiya Rêber Apo ye” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlika Bursayê ve meşekê li dar bixe.
 
Aktîvîsta TJA'yê Çîmen Fîdan li ser meşa ber Gemlîkê ve axivî. 
 
'Armanca meşa me azadiya Abdullah Ocalan e'
 
Çîmen Fîdan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de bi bîr xist û tekez kir ku wî ev bang ji bo civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde kiriye. Ji aliyekî din ve, Çîmen Fîdan destnîşan kir ku piştî banga 27'ê Sibatê gelek gavên girîng hatine avêtin û got, "Bi taybetî, piştî banga Birêz Abdullah Ocalan agirbest hat ragihandin û PKK'ê merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Di heman demê de, di vê heyamê de konferansa TJA'yê hat lidarxistin. Di vê konferansê de du xalên girîng hatin destnîşankirin. Yek ji wan azadiya Rêberê Gelê Kurd bû. Em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin û hemû rêxistin û saziyên jinan dê beşdarî vê meşê bibin. Jin dê careke din li Gemlîkê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqêrin û bang bikin. Armanca vê meşê azadiya Abdullah Ocalan e."
 
‘Felsefeya Abdullah Ocalan rêya jinan ronî dike’
 
Çîmen Fîdan, bi balkişandina ser şerekî kûr ku bi dehan salan e li herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meşandin, got ku li Rojhilata Navîn şerên mezin ji aliyê hêzên serdest ve tên meşandin. Çîmen Fîdan bal kişand ser wê rastiyê ku jin û gelê Kurd jî ji van şeran pir bandor bûne û got, "Bi rastî em dikarin bibêjin ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dorpêçek heye. Di van şeran de bedela herî mezin ji hêla jinan ve tê dayîn. Felsefeya Rêber Apo piştgirî dide têkoşîna azadiyê ya ku ji hêla jinan ve tê meşandin. Di heman demê de, em dikarin bibêjin ku felsefeya wî rêya jinan ronî kir. Abdullah Ocalan, di nirxandin û berhemên xwe de, azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêda. Wî serkeftina berxwedana gel jî bi azadiya jinan ve girêda. Wek jin, em dibêjin ku azadiya jinan û azadiya civakê bi hev ve girêdayî ne, lê em her wiha dibêjin ku azadiya jinan û civakê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê jin girîngiyek mezin didin vê pêvajoyê. Ji 27'ê Sibatê heta îro, jinan diyar kirine ku ew ê vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Jin xwe berpirsiyar dibînin heya ku ev pêvajo biqede. Em ê vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Jin jî dê çalakiyên xwe bidomînin. Ev meş mînakek ji van çalakiyan e. Azadiya Rêber Apo tevahiya civakê eleqedar dike, ji ber vê yekê ev meş ji bo me gelek girîng e.”
 
'Em ê wekî hezar jin, ku temsîla milyonan dikin, bimeşin'
 
Çîmen Fidan da zanîn hezar jin dê beşdarî meşa Gemlikê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Ev hezar jin bi rastî jî temsîla milyonan dikin. Ji ber ku ew ê beşdarbûnek temsîlî li Kurdistanê be. Piraniya beşdaran dê jinên ji bajarên Tirkiyeyê bin. Me berê meşek ber bi Enqerê ve li dar xist. Niha, hezar jin, ku temsîla milyonan dikin, dê di 18'yê Nîsanê de saet di 10:00'ê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê li navçeya Rezan a Amedê bicivin. Ji wir, em ê ber bi Gemlikê ve biçin. Jinên ku ber bi Gemlikê ve dimeşin dê deng û qîrîna milyonan li wir hilgirin. Divê jin hem di meşê de û hem jî di pêşwaziyê de cihê xwe bigirin."