Birîna cezyê pere li Komeleya ARSÎSA hat şermezarkırın

  • 15:02 30 Adar 2026
  • Rojane
WAN - Wezareta Perwerdeyê bi hinceta ‘xebatên perwerdeyê yên bêdestûr’ li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA 400 hezar TL cezayê pere birî. Li dijî biryarê welatî û aktivîstên ziman nerazîbûn nîşan dan.
 
Wezareta Perwerdeyê cezayê pere li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA ya li navçeya Erdîş a Wanê birî. Hinceta cezayê "xebatên perwerdê û hînbûnê yên bêdestûr’ hat nîşandan.  Wezaretê 400 û 50 TL cezayê pere li komeleyê birî.
 
Li dijî biryarê gelek kes li ber ARSÎSA kom bûn û pankartên “Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye” û “Kurdî xwebûn û nasnameya neteweyî ye” hatin hilgirtin.
 
Aktivîstê zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli, diyar kir ku xebatên komeleyê di çarçoveyên qanûnî de hatine kirin û got ku tevî vê jî atolyeyên bi zimanê Kurdî wekî ‘dervî qanûnî’ hatine nîşandan.
 
Zîlanli da xuyakirin ku armanca cezayê pêşîgirtina li fêrbûn û hînkirina zimanê Kurdî ye.
 
Zîlanli biryar wekî "dervî qanûnê" bi nav kir û got ku divê demildest ev biryar were betalkirin.
 
Çalakî, bi dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.