OHD’ê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da

  • 15:00 30 Adar 2026
  • Rojane
STEBOL -Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD’a Stenbolê bertek nîşanî binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn da. Sekreteryaya Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD’a Stenbolê Meryem Agar diyar kir ku piştî Newrozê hatiye dîtin ku refleksa dewletê ya ewlehiyê hê jî berdewam dike. Meryem Agar da zanîn ku dewlet sekna aştiyê wekî ‘gefa siyasî’ dît, sedan kes hatin binçavkirin û got: “7 zarok di girtîgehê de ne, 2 zarok jî di hepsa malê de.”
 
Newroza 2026’an li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê bi tevlibûna milyonan kesan hate pîrozkirin. Piştî Newrozê li gelek bajaran polîsan avêt ser malan û sedan kes bi îşkenceyê binçav kirin û gelek kes jî piştre hatin girtin. Komîsyona Zarok û Bîrê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn da. Daxuyanî ji aliyê sekreteryeya Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD’a Stenbolê Meryem Agar ve hate xwendin.
 
‘Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir’
 
Meryem Agar anî ziman ku Newroz ne tenê rojekî tê pîrozkirin, çand, bîr û dîroka gelê Kurd e û wiha axivî: “Newroza 2026an jî bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî’ hat pîrozkirin. Milyonan kes tevlî Newrozan bûn û dengê xwe bilind kirin. Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir. Li Newrozan ti bûyer derneket. Lê piştî Newrozê me dît ku refleksa dewletê ya ewlehiyê hê jî berdewam dike. Dewlet sekna aştiyê wekî ‘gefa siyasî’ dît û bi sedan kes hate binçavkirin.”
 
‘7 zarok girtî, 2 zarok jî di hepsa malê de’
 
Di berdewama daxuyaniyê de Meryem Agar destnîşan kir ku li Stenbolê 15 zarok bi hinceta tevlî Newrozê bûne hatin binçavkirin û ev tişt got: “Ji 15 zarokan 4 jê bi hinceta ‘propangandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin, ji 2 zarokan re jî biryara hepsa malê hate dayîn. Li Îzmîrê zarokek bi hinceta ‘Bi lêva xwe hin tişt gotine’ li Êlihê zarokek bi hinceta ‘Li ser dikê stran gotiye’, li Amedê jî zarokek hatiye girtin. Bi giştî 7 zarok di girtîgehê de ne, 2 zarok jî di hepsa malê de ne.”
 
‘Ji bo faîl derkevin holê me serlêdan kir’
 
Di dawiyê de Meryem Agar diyar kir ku girtina zarokan li dijî hiqûqê ye û got: “Divê mafê zarokan were parastin. Sûcê ku zarok jê tên sûcdar kirin nayên qebûl kirin. Zarokên ku hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin. Tu awayî îşkence nayê qebûlkirin. Li gorî peyamana Netewên Yekbûyî (NY) di xala 37emîn de diyar e ku îşkenceya zarokan li dijî mirovahiyê ye. Em wekî OHDê ji bo faîl derkevin holê me serlêdan kir. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokan bin.”