Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Newrozê Dest Pê Kir
- 10:56 25 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Pîrozbahiya Cejna Newrozê li navçeya Hezexê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroz Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivî û gelek kes bi cilên gelêrî beşdarî pîrozbahiya li taxa Atakentê bûn. Welatî li gel rewşa hewayê ya baranê, di saetên serê sibê de ber bi qada pîrozbahiyê ya Cejna Newrozê ve herikîn. Qada ku pîrozbahî lê tê lidarxistin bi alên zer, sor û kesk hatibû xemilandin.
Pîrozbahiya ku bi kêliyek rêzgirtinê dest pê kir, bi coşeke mezin berdewam dike.
Agahiyên bêtir dê piştre werin...







