HRANA: Di 24 saetên dawî de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
- 13:05 24 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku di 24 saetên dawî de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 138 kes jî birîndar bûne.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 25'emîn de berdewam dike. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) raporek li ser bûyerên 24 saetên dawî weşand.
Hat ragihandin ku di nav 24 saetan de li 20 bajarên Îran û Rojhilatê 279 êrîş hatine kirin. Di van êrişan de 46 baregehên leşkerî, baregehên Pasdarên Şoreşê, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrolê û tesîsên nukleerî yên bin erdê hedef hatine girtin.
Hat ragihandin ku di êrişan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 138 kes jî birîndar bûne. Bajar û herêmên ku êriş lê zede bûne wiha hatin ragihandin: Tehran, Elbroz, Îsfahan, Bandar Ebas, Qum, Bûşehr, Tebrîz û Kendava Farsê.
Li gorî hejmarên fermî yên ji 28'ê Sibatê ku ji roja yekem a êrişan heta duh hatine berhevkirin, hezar û 443 welatiyan, di nav de 217 jê zarok, di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku hezar û 167 karmendên hikûmetê û personelên leşkerî hatine kuştin.







