Li Rihayê coşa Newrozê
- 13:04 22 Adar 2026
- Rojane
RIHA - Pîrozbahiya Cejna Newrozê li Rihayê ku bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.
Pîrozbahiya ku bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin, li ber Parka Novadê ya li navçeya Haliliyeyê dest pê kir. Tevî şert û mercên hewayê yên xirab jî welatî bi cilên xwe yên neteweyî û bi alên kesk, zer û sor ber bi qadê ve diherikin. Cîgirê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayyîp Temel, endamê Şandeya Îmraliyê Mithat Sancar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û her wiha parlamenterên herêmê tevli Newrozê dibin.
Berdewamiya nûçeyê tê....







