Li Rihayê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-22 13:04:00   RIHA - Di axaftinên ku di pîrozbahiya Cejna Remezanê de hatin kirin de, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.   Li Rihayê, pîrozbahiya Cejna Newrozê, bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk"  li ber Parka Novada bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Tevî şert û mercên hewayê yên xirab, welatî bi cilên xwe yên neteweyî û bi alên kesk, sor û zer ber bi qadê ve herikîn. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî"  "Bijî Serok Apo"  hatin gotin. Girseyê posterê mezin ê Abdullah Ocalan a bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe" û pankartên "Ziman beden e, bedena xwe bipareze", "Statuya Kurdî perwerdahiya Kurdî" vekirin.   Bernameya pîrozbahiyê ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku duh bi wî re hevdîtin pêk anî, dewam kir.    Cîgirê Hevserokatiya DEM Partiyê Tayîp Temel di bernameyê de axivî û bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û got, "Pêvajoyeke nû heye. Birêz Ocalan li ser navê gelê Kurd bi dewleta Tirk re hevdîtin û danûstandinan dike."   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan got, "Li Kurdistan û Rojhilata Navîn Kurd xwedî dîrokeke kevnar in, lê bi sedsalan ziman û hebûna wan hatiye înkarkirin. Kurd rastî komkujî û koçberiyê hatine. Li Riha û Amarayê, roj ji bo hemû mirovahiyê hilat û ew roj Rêber Apo ye."   Piştî axaftina Mîthat Sancar, agirê Newrozê hate pêxistin. Newroz bi govendê bi dawî bû.