Di resepsiyona Newrozê de banga yekitiyê
- 22:10 20 Adar 2026
- Rojane
AMED - Di resepsiyona Newrozê de giringiya yekitiya neteweyî ya Kurdan hate destnîşankirin.
Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê bi boneya Newrozê li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê resepsiyonek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de nivîsa li ser navê Platforma Piştgirî û Parastina Bajarê Amedê hate xwendin. Nivîsa Kurmancî Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) Veysî Ulgen û nivîsa bi Kurmanckî Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û Tirkî jî Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Yildiz Ok Orak xwendin. Piştî xwendina nivîsê hunermend Alî Tekman bi stranên xwe yê Kurdî ve beşdarvan coşandin.
Girîngiya yekitiya Newrozê
Veysî Ulgen di axaftina xwe de anî ziman ku Newroz, li vê erdê dijî zulmê navê berxwedanê ye û got: “Newroz, dema Kawa ku li dijî Dehaqê pêxistî bû, heta îro hêjî agirê azadiyê ye. Ev agir sed salan e ku ne vemirîye. Îro jî li vê qadê hêjî pêdikeve. Dîroka me ya Kurdan dîroka têkoşînê ye. Sed salan e em li dijî zulmê, li dijî înkarê û li dijî asîmilasyonê ditêkoşîn. Zimanê me hate qedexekirin, çanda me hate înkar kirin. Lê her car em wekî agirê Newrozê dîsa pêketin,dîsa em rabûn, dîsa em hebûn.ji ber ku di bîra vê gelê de berxwedan heye. Li Rojhilata Navîn pergal dihêjike, balans tê guhertin. Daxwazên gelan bi dengê bilindtir têne gotin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd li her derê, li Amedê, li Rojava, li Başûr û li Rojhilatê têkoşîna azadî û demokrasiyê didomîne. Em bang li hemû gelê Kurd dikin: ji bo paşeroja me, ji bo azadiya me, ji bo aştîyê yekitiya neteweyî mezin bikin. Heke yekitî hebe, hêvî heye. Heke yekitî hebe, paşeroj heye û îro em ji vê qadê bi hev re bang bikin: Bijî yekitiya gelê Kurd.”
'Di Newroza 2026’an de çek bêdeng bûn’
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî pîrozkirina Newroz û Cejna Remezanê dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan wiha got: “Ez Mazlûm, Rehşan, Zekiye û Kemal Kurkutan bi rêzdarî bi bîr tînim û silav dikim. Wan riya me ronî kir. Ji bo Tirkiyeyeke wekhev û demokratîk jiyana xwe dan. Newroza 2026’an bû Newrozeke ku çek bêdeng bûn. Ez hêvî dikim ku sala 2026’an bibe salek ku gavên demokratîk bên avêtin, qanûnên taybet bên derxistin, ziman û nasnameya Kurdan bê naskirin.”









