Di êrîşên li dijî Lubnanê de windahiya can zêde dibe
- 21:06 19 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2’yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm hezar û yek kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di nav wan de bi dehan jin, zarok û xebatkarên tenduristiyê hene.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya rojane ya pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullaha ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin de ku di 2’yê Adarê de dest pê kirine, parve kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hezar û yek kes jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar 584 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 79 jin, 118 zarok û 40 xebatkarên tenduristiyê hene.









