Li Şirnexê goristan hatin ziyaretkirin

  • 17:53 19 Adar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX- MEBYA-DER’ê bi wesîleya cejna Remezanê li Şirnex û navçeyên wê goristan ziyaret kirin.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Windakirine(MEBYA-DER)  li Şirnex, Cizîr û Hezexê bi wesîleya Cejna Remezanê goristan ziyaret kirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevli b ûn.
 
Gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar yên di 2015’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin jî hatin ziyaretkirin.
 
Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Zekî Îrmez di serdana goristanê de axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve û hemû gel li vê erdnîgariyê di nava aştiyê de bijîn.
Li Cizîrê jî goristanên Yasef û Buyuk Asrî hatin ziyaret kirin. Li Hezexê jî serdana goristanan pêk hat.