Kerwana Gelan: Têkoşîna ji bo jiyaneke azad sînoran nas nake
- 13:47 30 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Kerwana Gelan ji gelek bajarên cîhanê ji bo piştgiriya Rojava ketiye rê gihişt Pirsûsê û wiha got: “Em Apocî ne.”
Kerwana Gelan ku li 14 welatên cûda yên cîhanê ji ber êrişên ser Rojava ji bo piştgiriyê ketine rê gihişt navçeya Pirsûsa Rihayê. Karwana Gelan ji aliyê parlamenterên DEM Parti yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, hevşeredarên Pirsûsê Ayten Kaya, Muslum Baran û gelek rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ve hatin pêşvazîkirin.
Girsê bi berzkirina dirûşmeyên, “Em kî ne; Apocî ne”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yek yek e gelê Kurd yek e” hatin pêşwazîkirin û derbasî partiyê bûn. Piştre girse jî girsê bi berzkirina dirûşmeyan ji bo daxuyaniyê derbasî Qada Pirsûsê bûn. Li wir pankarta li ser, “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyeyê ye” hat vêkirin.
Hevserokê DEM Partî yê Rihayê Nîhat Demîrbîlek spasiya xwe li Rojava Kerwana Gelan a ji bo piştgiriyê hatiyê Pirsûsê kir. Her wiha Nihat Demirbilek da zanîn ku TIRên alîkariyê yên ji bo Kobanê bi rê ketine jî dê îro bigihijin Pirsûsê û derbasî Kobanê bibin.
Piştrê jî metna daxuyaniyê ya Kerwana Gelan ji aliyê Friederike Spies ve hat xwendin. Friederike Spies diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Rojava bi rê ketinê û wiha got: “Em li nêzî sînorê Kabanê ya ku di bin dorpêçê de ye ne. Hemû pêdiviyên jiyanî li Kobanê hatinê astengkirin. Zarok li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin. Lê tevî vê yekê jî gel li ber xwe dide. Ev der di heman demê cihê ku 33 Sosyalîstên xwestin piştgiriya Kobanê bikin hatin qetilkirin e. Em îro bi heman baweriyê wan bi bîr tînin. Em ê di nava hevgirtinê de bin. Em ji bo balê bikişînin ser êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vir in.”
Friederike Spies destnîşan kir ku li her derê cîhanê li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye û wiha pê dê çû: “Ne tenê li aliyê vî sînorî ku hevalên me yên YPJ, YPG û SDG bi wêrekî projeya şoreşgerî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk diparêzin, lê di heman demê de li deverên din ên Kurdistanê jî gel ji bo bidawî buna êrişan li ber xwe didin. Ew têkoşîna ji bo jiyaneke azad, rizgariya jinan, civakeke ekolojîk û demokratîk û bedewiya aştiyane û pir-etnîkî ya axa hevpar diparêzin. Di hefteyên dawî de, bi sed hezaran şervanên berxwedanê ji çar aliyên cîhanê peyamên hevgirtinê ji bo Kobanê şandin. Weke karwanek enternasyonalîst, me gelek sînor derbas kirin da ku em bigihîjin vir. Me hemûyan eşkere kir ku sînor nikarin me rawestînin. Ev ne sînorên me ne; ew sînor û ferzkirinên ku ji hêla dewletên serdest ên kapîtalîst ve hatine xêzkirin in. Em niha li Pirsûsê ne. Em li kêleka Rojava ne ji ber ku em dizanin ku têkoşîna ji bo rizgariya jinan, demokrasiya bingehîn û ekolojiyê me bi gelên berxwedêr ên li çaraliyê cîhanê re dike yek. Ji ber vê yekê em ê tu carî dev ji rawestana li kêleka hev bernedin. Em ê bi hev re li berxwe bidin.”
Piştî daxuyaniyê kesên li welatên cuda hatibûn jî axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman.
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







