OHD: Li Rihayê zêdetirî 10 kes hatin îşkencekirin

  • 15:15 30 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Şaxa OHD’ê ya Rihayê, daxuyand ku di protestoyên li navenda Riha, Pirsûs û Wêranşarê de 20 kes hatin binçavkirin, jê 13 kes hatin girtin û 10 kes jî hatin îşkencekirin.
 
Li navenda Riha û navçeyên Pirsûs û Wêranşarê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê çalakiyên protesto hatin lidarxistin. Di dema çalakiyan de polîsan êrişî gel kir û gelek kes bin çav kir. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, têkildarî binpêkirinên di dema binçavkirinên protestoyên li navenda Riha û navçeyên Pirsûs û Wêranşarê, raporek daxuyand. 
 
Li avahiya komeleyê daxuyanî hate lidarxistin û rêvebira OHD’ê Dîcle Aksuyê, di daxuyaniyê de axivî. Dîcle Aksuyê anî ziman ku rexmê ku çalakî aştiyane bûn polîsan midaxileyên tund kirine û ev tişt got: “Ji aliyê me ve hate tespîtkirin ku meş hatine astengkirin, kolan bi mertalên polîsan ve hatine girtin û bêyî ku xeteriyek hebe midaxile hatine kirin.”
 
Dîcle Aksuyê rave kir ku di meha Çileyê de OHD’ê 6 êrişên polîsan tespît kiriye û herî kêm 20 kes hatine binçavkirin û ji van jê 1 zarok 13 kes hatine girtin, jinek di hefsa malê de ye û 3 zarok jî bi kontrala edlî hatine berdan. Dîcle Aksu wiha axivî: “Hate tespîtkirin ku hinceta binçavkirin û girtinê wekî endamtî û propagandaya rêxistinê hatine nîşandan. Lêbelê çalakî aştiyane bûn.
 
Dîcle Aksuyê destnîşan kir ku tespîtên wan xwe dispêre îfadeya mexdûr û hevdîtinên parêzeran û diyar kir ku 10 kes hatine îşkencekirin û wiha pê de çû: “Li gorî îfadeyên mexdûran hatine derbkirin, gef li wan hatiye xwarin, tî û birçî hatine hiştin. Kiryarên xirab bi aweyekî sîstem hatine kirin.”