Ciwanên enternasyonalîst hatin derbkirin û dersînorkirin

  • 15:09 30 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên enternasyonalîst ên ji bo piştevaniya bi Rojava re hatibûn Mêrdînê û li wir hatibûn binçavkirin, hatin derbkirin û piştre hatin dersînorkirin. 
 
Ciwanên enternasyonalîst ên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi Rojava re ji Almanyayê hatibûn Mêrdînê, bi lêdanê hatin dersînorkirin. Ciwanên enternasyonalîst, di 28’ê Çileyê de li Mêrdînê hatin binçavkirin û ji bo 16 ciwanan biryara dersînorkirinê hate dayin. Ciwanên ku duh ji balafira lê hatibûn siwarkirin bi darê zorê hatibûn payakirin, birin Qereqola Balafirgehê. Nehat zanîn ka ciwan çima ji balafirê hatin payakirin. Hat zanîn ku ciwan li qereqolê piştî kirariyan hatin derbkirin û li balafirên cuda yên bajarên Almanyayê hatin siwarkirin. 
 
Ciwanên hatin derbkirin, hatin dersînorkirin. Hat zanîn ku ciwan dê li welatên xwe rapora derbkirinê bistînin û giliyê rayedarên Tirkiyeyê bikin.