Ji TJA'yê pêşangeha jinên hatine kuştin

  • 15:46 17 Mijdar 2025
  • Rojane
WAN - TJA'yê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de li Navenda Pêşangehê ya Şaredariya Rêya Armûşê pêşangehek vekir û di pêşengehê de wêne û kurtejiyana jinên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û jinên hatine kuştin hatin nîşandan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Navenda Pêşangehan a Şaredariya Rêya Armûşê pêşangehek vekir. Ji bo pêşangehê ku wêne û kurtejiyana jinên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane tên nîşandan. Merasîma vekirinê ji bo pêşengehê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û saziyên demokratîk û gelek welatî tev li merasîma vekirina pêşangehê bûn.
 
‘Têkoşîna me roj bi roj mezintir dibe’
 
Neslîhan Şedal di merasîmê de axivî û da zanîn ku di van rojên dawiyê de jî gelek jin hatine kuştin. Neslîhan Şedal diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj ên qirkirina jinan têkoşîna wan roj bi roj mezintir dibe û got: “Ev pêşangeha me ya wêneyan ji bo jinên ku bi polîtîkayên qirêj hatine qetilkirin hatiye vekirin. Qirkirina jinê bi awayekî polîtîk û îdeolojîk tê meşandin. Bi hezaran salan e hişmendiya desthilatdar a zilam li ser hebûna jinê, li ser xwebûna jinê xwe dimeşîne. Di encama polîtîkayên zayendperestî ve di rojekê de bi dehan jin tên qetilkirin, windakirin û bi sedan, bi hezaran jin rastiyê tundiyê tên. Em ber bi 25ê Mijdarê ve diçin û li dijî van polîtîkayan raperîna xwe mezin dikin.”
 
‘Ji bo civaka demokratîk jiyana xwe ji est dan’
 
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku wê civaka demokratîk bi pêşengtiya jinan ava bibe û wiha axivî: “Em ê di vê pêşangehê de înada Sarayan, kenê Hevrîn Xelefan, zanebûyîna Nagîhan Akarselan, şopdarên heqîqetê Cîhan Bîlgînan bibînin. Van hevalan ji bo ku civakeke demokratîk ava bibe jiyana xwe weke bedel dane û bi awayekî qirêj hatine qetilkirin. Cîhan Bîlgîn, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn çend ji wan hevalan in. Ev heval li dû şopa heqîqetê diçûn, qetilkirina jinan teşîr dikirin û rûyê kujeran ên qirêj didan nîşan. Jiyana van hevalên me jiyaneke ji rêzê nebû. Em soz didin ku em ê şopdarê heqîqetê û hevalên xwe bin.”
 
Piştî axaftina Neslîhan Şedal, jin bi tilîliyên Dayikên Aştiyê ketin navenda pêşangehê. Pêşangeh dê sibê jî berdewam bike.