
200 zarok ji bo mihrîcanê hatin ba hev
- 14:16 2 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 8’emîn festîvala zarokan ya kantona Firatê di roja xwe a yekemîn de bi beşdarbûna 200 zarokan destpê kir.
Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND yên kantona Firatê 8’emîn festîvala zarokan di bin diruşmeya “Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin” di asta du rojan de destpê kir.
Festîvala ku du rojan dewam bike bi beşdarbûna 200 zarokên ji Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa birêve diçe. Dê zarok bi riya komên mûzik, govend, şano û pêşbirkan hunera xwe pêşkêş bikin.
Di roja yekê a festîvalê de ku li hola Çand û Hûnera Baqî Xido tê lidarxistin, nûnerên sazî û dezgehên herêmê, her wiha malbatên zarokan amedebûn.
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama Hîlala Zêrîn Silava Bozî axivî.
Silava Bozî da festîvala zarokan diyarî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha lê zêde kir: “Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku salên dirêj e di nava şer û aloziyan de dijîn, weke hêviyeke di bin kavilan de şîn dibin û pêşerojê ji me re xêz dikin. Bi taybet jî wê zarokên me bi peyama ku ji Rêber Apo girtin, roleke xwe di avakirina civak û pêşerojeke aştiyane û demokratîk de bilîzin.”
Paşê êdî li gor bernameya festîvalê komên şehîd Mizgîn, Delîla, Kulîlkên Kobanê, Sakîne, Zozan û şehîd Zîlan, her wiha zarokên ji baxçeyên Vejîn û Hêvî yên zarokên astengdar stran, şanogerî û govenda xwe pêşkêş kirin.
Zarokan bê navber siloganên “Bê serok jiyan nabe”û “jin,jiyan, azadî” berzkirin.