Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin

  • 13:27 2 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di Tîrmehê de li Siwêdayê 46 Durzî înfaz kirine. 
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di raporek xwe de diyar kir ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê di meha Tîrmehê de li Siwêdayê 46 sivîl înfaz kirine. Rêxistinê, da zanîn ku bûyerên înfazkirinê di navbera 13 û 17’ê Tîrmehê de li malan, dibistan, nexweşxane, eywanên şahiyan û deverên din pêk hatine. Rêxistinê aşkera kir ku 2 jin û 44 zilam hatin înfazkirin.
 
Rêxistinê aşkera kir ku wan belge û dîmenên heyî lêkolîn kirine. Di wir de diyar dibe ku zilamên bi cilên leşkerî û ewlekariyê yên fermî, sivîlan înfaz dikin. Di heman demê de nêrîna şahidên bûyerê hatin girtin û lêkolîna çekên hatine bikaranîn hatin kirin.
 
Amnesty, destnîşan kir ku li ser cilên 4 kesên çekdar ku di dîmenan de xuya dibin "îşaretên reş" ên girêdayî DAIŞ’ê hene lê DAIŞ’ê êrişa li dijî Siwêdayê li xwe negirt. 
 
Di Tîrmehê de li Siwêdayê di navbera şervanên xwecihî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta demkî û komên girêdayî wê de şerekî dijwar rû da. Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişê de jin û zarok jî di nav de 789 sivîlên Durzî hatin înfazkirin.
 
Çalakvana Sûriyeyî Diyana Seman ji Amnesty daxwaza kir ku lêpirsîneke serbixwe der barê komkujiya Siwêdayê de bide destpêkirin. Da ku sûcdar werin darizandin. Piştî komkujiya li Siwêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rêyên ketin û derketina Siwêdayê girtin û ambargo ferz kir. Heta çend hefteyan rêya çûn û hatina ber bi Şamê û Siwêdayê ve hatibû girtin, dûre hate vekirin.