Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê gera xwe temam kir
- 18:11 7 Çile 2025
- Ramyarî
ENQERE - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê,tura ewil a bi partiyên siyasî yên meclîsê re temam kir. Tê payîn ku heyet demên pêş de daxuyaniyê bidin.
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê, piştî serdana Îmraliyê ya 28’ê Kanûnê şûnde li parlamentoyê serdanên xwe didomîne.
Heyet îro li Meclîsê bi koma CHP’ê re hat gel hev û piştre jî li Navenda Giştî ya DEVA bi Alî Babacan re hat gel hev. Heyet saet di 16.00’an de jî çû serdana Yenîden Refah û tura xwe qedand. Piştî van serdanan tê payîn ku bi serokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din yên siyasî re hevdîtin bê kirin. Piştre ji Îmraliyê wê randevuyek nû bê payîn.
Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Yenîden Refahê re, da zanîn ku wê piştre daxuyaniyê bidin.