Li Almanyayê biryarên cezayên darvekirinê hatin protestokirin
- 19:09 8 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Darmstadt a Almanyayê biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê li ser jinên Kurd hatin protestokirin.
Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê biryara darvekirinê ya Îranê li ser Warîşe Moradî û Pexşan Ezîzî hate protestokirin.
Çalakî bi vekirina wêneyê diwarê ya bi nivîsa "No to Execution, Yes to Free Life" (Ji darvekirinê re na, ji azadiyê re erê) ku berê hatibû çêkirin, destpê kir.
Di axaftinên KJAR, Meclîsa Jinên Kurd a Roza, Şaredara Darmstadtê Barbara Akdenîz, komên Amnesty International Darmstadt û Community 4 All de têkoşîna wêrek a her du jinan hate silavkirin û biryarên darvekirinê bi awayekî tund hate şermezarkirin.
Şaredar Barbara Akdenîz wiha got: “Pexşan Ezîzî û Warîşe Muradî du jinên ku ji ber wêrekî û têkoşîna xwe cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn in. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi Kurdî û ‘Zan Zendegî Azadî’ ya bi Farisî sembola berxwedanê ya gel û jinên Îranî yên li dijî rejîmê ye û xwe dispêre tevgera azadiya jinên Kurd. Eger jiyana jineke ne di ewlehiyê de ne, ji bo tu kesî azadî û jiyan pêkan nîne. Tevî şert û mercên ne mirovî yên li girtîgehan jî ev her du jin û jinên din li dijî darvekirinê helwestekî wêrek raber dikin, dest bi grevên birçîbûnê dikin û çalakiyên protestoyî li dar dixin. Divê em çalak bibin û em niha li pêşiya Diwarê Lincoln li hev civiyan hişyariyê çêdikin.”
Endamên KJAR’ê jî wiha got: “Ev jin bi helwesta xwe ya bi biryar ji bo azadiyê sembolekî xurt nîşan didin. Belê, em ne tenê li dijî cezayê darvekirinê, di heman demê de ji bo jiyaneke bi rûmet û aştî û azadiyeke mayînde ya ji bo Kurdistan, Îran û tevahî cîhanê têdikoşin.
Divê rejîma Îranê fêm bike ku her jinên Kurd; Pexşan Ezîzî, Warîşe Moradî, Şirîn Elemholî, Zeynep Celaliyan bi ruh û têkoşîneke nayê têkbirin rêya xwe bidomînin. Ev cezayên darvekirinê qelsbûna rejîmê nîşan dide.”