Di doza Narîn Guranê de ji bo Nevzat Bahtiyar daxwaza muebeta giran

  • 16:15 6 Nîsan 2026
  • Hiqûq
AMED - Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de dozger xwest cezayê muebbeda girankirî li Nevzat Bahtiyar were birîn. 
 
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî, di 21’ê Tebaxa sala 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Yek ji bersûcan Nevzat Bahtiyar ku ji ber sûcê “Tunekirina delîlan, veşartina delîlan an jî guherandina cihê wan” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, jinûve tê darizandin.  1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, biryar da ku Bahtiyar di çarçoveya sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina biqesdî ya biwesf” were darizandin û biryara dadgehê betal kir.
 
Danişîna ewil a jinûvedarizandinê ya Bahtiyar, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Endamên malbata Narîn Guranê, parêzerên wan, Nevzat Bahtiyar û parêzerên wî li eywanê amade bûn. 
 
Di rûniştina duyemîn a danişînê de dadgehê diyar kir ku bi piraniya dengan biryara Dadgeha Bilind qebûl kirine. 
 
Parêzerên malbata Buranê diyar kirin ku parastinên di dozê de bi kamerayan tên kişandin, gelek dirêj in, xwestin van qeydan bibin aliyan û daxwaza wan a berfirehkirina lêpirsînê bê qebûlkirin. 
 
Her wiha parêzerên malbata Guranê xwestin dîmenên kêliya Narîn Guran ji hevrazî diçe jorê bên temaşekirin. Dadgehê, daxwazên parêzeran red kir. Her wiha dadgehê da zanîn ku daxwazên parêzerên malbata Guranê yên ji 10 xalan pêk tê hene û ev daxwaz ji ber qebûlkirina biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind red kiriye. 
 
Piştre jî dadgehê saet û nîv navbera da danişînê. Piştî danişînê jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ji ber sûcê “kuştina biqesdî” cezayê muebbeda girankirî li Bahtiyar were birîn. 
 
Bahtiyar û parêzerên wî gotin ew tev li mutalaayê nabin.