MKG û DFG: Em ê li mîrata rojnamegerên hatine kuştin xwedî derkevin

  • 09:20 6 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - MKG û DFG'ê derbarê 6'ê Nîsanê roja Rojnamegerên Hatine Kuştin de wiha gotin:" Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. "
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6'ê Nîsanê roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyaniya nivîskî weşandin. MKG û DFG'ê di daxuyaniyê de wiha gotin:"Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"6'ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamevanên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnamevan û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6'ê Nîsana 1909'an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997'an de 6'ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamevanên Şehîd" destnîşan kir. Lê belê di sala 2005'an de, navê vê rojê wekî "Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin" hat guhertin. 
 
6'ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexşê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamegerên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, di heman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lê belê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin. 
 
Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamevanên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîr tînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) "