'Her tişt bi saya têkoşîna pakrewanan çêbû'
- 15:14 21 Tebax 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Welatiyên ku beşdarî şînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bûn, gotin: "Her tişt bi saya têkoşîna wan e."
Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê şîn hat danîn. Şîna ku dê 3 rojan berdewam bike îro dest pê kir.
Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî di qonê şînê de cih girtin. Wêneyên 49 cangoriyan, li ser maseyên di konê şînê de de hatin bicihkirin. Gel bi girseyî bi dirûşma “Şehîd Namirin” serdana şînê dike.
Welatiyan di merasîma sersaxiyê de ku ji saetên sibê ve bi sedan kes lê beşdar bûn, axivîn û tekez kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi saya hewildan û têkoşîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye. Welatiyan banga beşdarbûna merasîma sersaxiyê û bîranînê kirin û gotin, "Bêyî têkoşîna ku şehîdan dane, ev pêvajoya aştiyê çênebûya. Her tişt bi saya têkoşîna wan çêbû. Divê her kes li kêleka şehîdan be."







