Denîz Firat li ser gora hat bibîranîn

  • 14:00 8 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Nûnertiyên MKG û DFG'ê yên Wanê rojnameger Denîz Firat a 12 sal berê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anîn.
 
Nûnertiyên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat ku di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişeke DAIŞ'ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê ya gundê Xecê Xatûn ya navçeya Ebexa Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Malbat, endamên MKG Û DFG'ê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevli bernameyê bûn.
 
Di bernameyê de endama Nûnertiya MKG'ê yê Wanê Ceylan Şahînlî axivî û bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat.
 
Dû re birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat û wiha axivî: “Denîz ne tenê şehîda me ye, şehîda partiya xwe û gelê xwe ye. Wê ne ji bo xwe û malbata xwe, ji bo hemû gelê Kurdistanê bi kameraya xwe şer kir.”
 
Di dawiyê de Hevserokê Navçeya Ebexê yê DEM Partiyê Abbas Aksak mafê axaftinê wergirt û li ser têkoşîna wê rawestiya. 
 
Bernameya bîranînê bi danîna kulîlkan a li ser gora wê bi dawî bû.