Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bû
- 09:07 8 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE - Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ji dûh ve di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin, piştî dengdayina endamên komîsyonê yên partiyên siyasî, di komîsyonê de derbasbû û ji Desteya Giştî ya Meclise re hat şandin.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5'ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî ji dûh seat 15:30'an de dest pê kir.
Piştî axaftina pêşniyar qanûn hat xwendin û ji bo deng dayina parlamenteran re hat peşkeş kirin di encama deng dayinê de qanûna çarçoveyî di Komîsyona Edaletê de derbas bû.







