Dayika Esma Ayaz: Îşkence û zext didomin
- 09:02 5 Tebax 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Dayika Esma Ayaz ya ku ji 1998’an heta niha girtî ye û pirsgirêkên tenduristiyê dijî, Emîne Ayaz wiha got: “Keça min ji roja hatiye girtin rastî îşkence, zext û pêkanînên nebaş tê. Ev hîna didomin.”
Tevî ku demek dirêj di ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk’" re derbas bûye, hêjî der barê girtiyên siyasî de gavek şênber nehatiye avêtin. Girtiya siyasî Esma Ayaz ku gelek pirsgirêkênt enduristiyê dijî, nikare xwe bigihîne mafê dermankirinê. Esma Ayaz di 1998’an de hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Heta niha surgunê 8 girtîgehên cuda hatiye kirin. Bi nexweşiyên wekê vertîgo, fitiq, mîgren û gelekên din re têdikoşe.
Dayika Esma Ayaz, Emîne Ayaz der barê rewşa keça xwe de axivî.
Di salên 90’î de Esma Ayaz û malbata wê di encama şewitandina gundê wan Cibliyan neçar dimînin koçî navenda Sîlopiya Şirnexê bikin. Emîne Ayaz wan salan wiha vedibêje: “Gundê me hat valakirin. Em ji gund hatin Sîlopiyê. Wê salê cara ewil Newroz hat pîrozkirin. Em bêyî ku alavên xwe bigirin ji gundê xwe derketin. Salek me li bajar neqedya keça min tevli PKK’ê bû. Dewletê em rehet bernedan. Bi salan me ji keça min agahî negirt. Piştî 7 salan şûnde telefonek hat û gotin keça we hatiye girtin.”
8 girtîgehên cuda
Emîne Ayaz daxuyakriin ku keça wê Esma dema hatiye girtin gelek îşkence lê hatibû kirin û wiha berdewam kir: “Hevjînê min cara ewil li girtîgeha Sêrtê çû hevdîtina wê. Ji ber îşkenceyê tu cihekê wê yê saxlem nemabû. Rewşa keça min pir zehmet bû. Bi salan zext li me kirin. Lê dîsa jî me dest ji doza xwe bernda. Keça min mehekê li Sêrtê ma piştre çandin Êlihê. 4 salan li wir ma. Em her tim diriyan de bûn. Piştre şandin Mîdyadê. Em her meh diçûn hevdîtinê. Piştre şandin Gebzeyê. 4 salan li wir ma. Ew der dûr bû. Ji ber wê me daxwaz kir bînin cihekî nêz. Anîn Şirnexê.Em hemû çûn hevdîtinê. Di hevdîtina duyemîn de surgunê Wanê kirin. Çend meh şûnde jî şandin Bayburtê. Niha jî li Şakranê girtiye.”
‘Ji roja hatiye girtin zext û îşkence lê tê kirin’
Emîne Ayaz destnîşan kir ku keça wê ji ber îşkenceyê nexweşiya vertîgoyê lê peyda bûye û ji ber vê pirsgirêkên tenduristiyê dijî û wiha got: “Keça min ji roja girtiye îşkence û zext lê tên kirin. Çar çaran ket greva birçîbûnê. Em çûn ber deriyên girtîgehan. Em dixwazin keça me baş be. Niha pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Rê dûr e em nikarin her tim biçin. Ev 7 sale min nedîtiye. Tenê dengê wê min bihistiye.”
‘Bila serokê me û zarokên me berdin’
Emîne Ayaz balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha bi lêv kir: “Bila serokê me û zarokên me bên berdan. Em aştiyê dixwazin. Ev şer wê heta ku derê bidome.Ez dixwazim hemû girtî bên berdan.Divê girtiyên me serokê me bên berdan.”







