Gumanbar di 18 rojan de hat tahliyekirin: Ewlehiya canê min tune ye
- 09:02 2 Tebax 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL-Li gumanbarê êrîşa zayendî ku 12 sal cezayê girtîgeê hatibû dayîn, ji aliyê dadgeriyê ve di 18 rojand e ceza hat xerakirin û gumanbar hat tahliyekirin. E.O. bertek nîşanê tahliyekirina gumanbar da û got: “Ewlehiya canê min tune ye. Biryara bi hincet tune ye lê ev mêr li derve ye. Biryara ku du dadgehan daye dadgerî çawa di 18 rojan de xera dike.Ez banga edaletê dikim.”
Li Esenyurta Stenbolê di 11’ê hezîrana 2025’a n de E.O. ji aliyê Y.Ş ve rastî destdirêjiyê hat û piştî bûyerê gilî kir. Li ser gilîkirina E.O. ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ li gumanbar 12 sal ceza hat birîn. Dadgeha Îstînafê biryar erê kir û biryar çû dadgeriyê. Li ser vê gumanbar 18 roj şûnde di 22’ê hezîranê de hat tahliyekirin. E.O. çû qerekolê û biryara parastinê girt. Lê ji ber biryara tahliyeyê neketibû pergalê daxwaza kelepçeyê hat redkirin. E.O. piştî meheke biryara parastinê ya sê mehin din biryara parastinê girt.
E.O. der barê mijarê de axivîf û got ew di mijara ewlehiya canê xwe de bi fikar e.
Hat tehdîdkirin
E.O. got ji aliyê Y.Ş. ve rastî destdirêjiyê hat anî ziman ku dîmenên der barê roja ku êrîş pêk hatiye de hene û wiha got: “Gelek delîl hene.Ez ji malê reviyam û çûm qerekolê. Hat girtin. min birin nexweşxaneyê. Rapora tipa edlî û derbkirinê heye. Li ser bedena min şop hebû. Du roj şûnde biryara girtinê hat dayîn. Piştî vê tehdîdan destpê kir. Gotin giliyê xwe bikşîne. Numareya telefona min belav kiribûn, tehdîd hatin. Digotin gilî şûnde bikşîne. Min der barê nêzî 10 numareyî de gilî kir. Belge hemû li qerekolê ne.Birayê gumanbar li min geriya got divê tu gilî şûnde bikşînî. Min jî got ez nakşînim. Ez çûm qerekolê min birayê wî jî gilî kir.”
Îfadeyên bi nakok
E.O. têkoşîna xwe ya edaletê wiha vegot: “Lêpirsîn hat nokteyekê. Îdianame hat amadekirin. Çend caran gazî min kirin ez çûm elidyeyê. Min îrade da. Runiştin 25’ê Kanûnê de bû. Di wê pêvajoyê de 6 mehan girtî ma. li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê runiştina ewil hat dîtin. Hemû îfadeyên bi nakok yên gumanbar li girthê hat nivîsin. Hemû raporên min li holê bûn. Hewl dan her tiştî derew derxînin. 12 ceza lê hatin birîn. Piştre parêzerê gumanbar dosya bir dadgeriyê di 22’ê hezîranê de biryar hat xerakirin û biryara tahliyeyê hat dayîn.”
‘Ewlehiya canê min tune ye’
E.O. bi lêv kir ku biryara bi hincet tuneye û mêrê gumanbar li derve digere û ewlehiya canê wê tuneye. E.O. wiha dawî lê anî: “Ewlehiya canê min tuneye. Biryara bi hincet tuneye lê ev mêr li derve ye. Biryara ku du dadgehan daye dadgerî çawa di 18 rojan de xera dike.Ez banga edaletê dikim.”







