Di bibîranînê de banga vekirina deriyên Îmraliyê

  • 15:08 30 Hezîran 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Nûdem Kurt a YJA Starî û Aydin Kurt a YPS'yî bi merasîmek ji aliyê MEBYADER-EGE'yê ve hat lidarxistin hatin bîranîn. Endamên malbatê û rêveberên komeleyê yên ku di merasîmê de axivîn, derbarê pêvajoya aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyamên xwe dan.
 
MEBYADER-EGE'yê li navenda xwe ji bo endama YJA STAR Nudem Kurt (Newal Mêrdîn) û endamê YPS'yî Aydin Kurt merasîmek bîranînê li dar xist. Merasîm bi xwendina Mevlîd û deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, piştre dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin. Hevserokên MEBYADER-EGE'yê Mikail Atan û Bediha Guzelyuz, digel Peyruze Kurt, dayika Nudem Kurt û Aydin Kurt, axivîn.
 
Hevserokên MEBYADER-EGE'yê Mikail Atan da zanîn ew ê doza cangoran bidomîne. 
 
Hevseroka MEBYADER-EGE'yê Bedîha Guzelyuz wiha got, "Em hemû şehîdên xwe, bi taybetî jî Heval Nûdem û Heval Aydin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziyê ji wan re nû dikin. Em vê pêvajoyê bi saya wan dijîn. Pêvajoya aştiyê jî encama qehremanî û fedakariya şehîdên me ye."
 
'Bila deriyên Îmraliyê vekin'
 
Peyruze Kurt, axaftina xwe bi bîranîna hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane, tevî Şêx Said, Zîlan û Sema Yuce, dest pê kir û got, "Şehîd qet namirin. Gelê Kurd îro amade ye û aştiyê dixwaze. Em dibêjin, bila zilm bi dawî bibe. Bila ew bibin dengê gelê Kurd. Bila deriyên Îmraliyê vekin."