Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin

  • 09:02 29 Hezîran 2026
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Li navçeyek Şirnexê derket holê ku di sala 2024’an de jinekê ji aliyê Midûrê Polîsan ê Navçeya Hezexê yê wê demê û Serkomîserê wê demê C.A. ve bi destdirêjiyê re rû bi rû maye. Derbarê lêpirsînê de hûrgiliyên balkêş derketin holê ku îfadeya kiryarekî piştî 6 mehan hatiye girtin û herdu kes tayînî cihên din hatine kirin.
 
Derket holê ku li navçeyek Şirnexê, jinek bi destdirêjiyê re rû bi rû maye. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di sala 2024’an de jinek ji aliyê Midûrê Polîsan ê Navçeya Hezexê D.G. yê wê demê û Serkomîserê wê demê C.A. ve bi destdirêjiyê re rû bi rû maye.
 
Şantaj û gefê berdewam kirin
 
Ji ber şantaj, zext û gefan jina ku demek dirêj e nekarîbûye gilî bike, piştî li navçeya ku peywir lê dikir tayîna wî rabû çû bajarekê dinê bi cih bû jî ev gef berdewam kirin. Li ser vê yekê jina destdirêjî lê hat kirin, di 2’yê Kanûna 2025’an de têkildarî kiryar D.G. û C.A de gilî kir. Jina li dozgeriyê îfade da, destnîşan kiriye ku şantaj, gef û zext li ser wê tê kirin û behsa bûyera pê rû bi rû maye jî kiriye.  
 
Hatin tayinkirin
 
Hat destnîşankirin ku ji kiryaran C.A., tenê du meh cezayê dûrxistinê wergirtibe jî, li dijî kiryarê din D.G. tu tedbîr nehatine girtin. Hate hînbûn ku tayîna D.G. ji bo Enqereyê, ya C.A. jî ji Mûşê re derketiye. Hat diyarkirin ku her herdu kiryar jî li bajarên ku dimînin, xebata xwe didomînin.
 
6 mehan îfaye wî nehat girtin!
 
Hat hînbûn ku ligel giliyê jinê jî îfadeya D.G. 6 mehan nehatiye girtin û hîn nû hefteya borî îfadeya wî hatiye girtin. Hat diyarkirin ku ifadeya C.A. jî hatiye girtin. Hat hînbûn ku kiryar D.G., bi parastinên tên zanîn vegot, “destûra wê hebû” ve xwest xwe ji sûcê rizgar bike.
 
Di dosyeyê de biryara veşartinê
 
Dosyeya ku lêpirsîna wê berdewam dike de biryara veşartinê heye. Lê belê hat îdîakirin ku kiryar C.A. têkiliyek wî ya nêzîk bi dozgerê ku dozê dimeşîne re heye û tevî biryara veşartinê jî kariye bigihîje naveroka dosyaya dozê.
 
Biryara veşartinê ya di dosyeyê de hîn berdewam dike.