Ji kesên hatibûn binçavkirin 69 kes hatin girtin

  • 21:56 25 Hezîran 2026
  • Rojane
ENQERE - Beriya civîna NATO’yê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin nav de rojnameger Yildiz Tar, akademisyen Emel Memîş û endamên ÇHD’ê parêzer Semra Demîr û Kurşat Bafra jî di nav de 69 kes hatin girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê beriya civîna NATO’yê bi hinceta, “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” derbarê endam û nûnerên partiyên sosyalist, rojnameger, akademisyen û gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 23’yê hezîranê de zêdetirî 200 kes bi serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Îro kesên hatibûn binçavkirin piştî bi dawîbûna kar û xebatên emniyetê derxistin Edliyeya Enqereyê.
 
Piştî îfadeya serdozgeriyê 90 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Yildiz Tar, akademisyen Emel Memîş û endamên ÇHD’ê parêzer Semra Demîr û Kurşat Bafra jî di nav de 69 kes hatin girtin. Derbarê 13 kesan de jî hepsa malê hat dayiin û kesek jî hat berdan.