Kejal Rehmanî greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir

  • 16:30 24 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Kejal Rehmanî piştî 18 rojan greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kiriye.
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Kejal Rehmanî greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kiriye. Li gorî raporê, Kejal Rehmanî ku li girtîgeha Jinan a Sine tê ragirtin, di 23’ê Hezîranê de, li ser daxwaza malbata xwe greva xwe ya birçîbûnê ya 18 rojan bi dawî kir.
 
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Kejal Rehmanî ji bo protestokirina girtina xwe û endamên malbata xwe, kiryarên hêzên ewlehiyê û zextên ku ji bo çêkirina dosyayek li dijî wan, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hate diyarkirin ku piştî 18 rojên grevê, pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên cidî çêbûne. Her wiha daxwazên ji bo nexweşxaneyê ji hêla lêpirsînerên hêzên îstîxbaratê ve hatine redkirin.
 
Pirsgirêkên tenduristiyê dijî
 
Di raporê de hat diyarkirin ku Kejal Rehmanî ji ber greva birçîbûnê ya dem dirêj pirsgirêkên tenduristiyê yên wek kêmbûna kîloyan, kêmbûna tevgerê, tansiyona xwînê ya nizm, lerizîna destan û hêdîbûna rêjeya lêdana dil dijî. Her wiha hat destnîşankirin ku daxwazên bijîşkên girtîgehê yên ji bo veguhestina wê ji bo nexweşxaneyê ji ber xirabûna rewşa tenduristiya wê, ji aliyê rayedarên îstîxbaratê ve hate redkirin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kejal Rehmanî ji ber kêmbûna berbiçav a hêza wê ya bedenî û tevgera wê di rojên dawî de, bi alîkariya rayedarên girtîgehê ji bo lêpirsînê birine beşa îdarî ya girtîgeha jinan.
 
Malbatê serî li dozgeriyê dabûn
 
Berê, di 20’ê Hezîrana 2026’an de, malbata Kejal Rehmanî serî li Şaxa Lêkolînê ya 3’yemîn a Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê dabûn û daxwaza zelalkirina rewşa dozê û qebûlkirina daxwaza wan a hevdîtina bi wê re kiribûn. Lê belê, hat ragihandin ku dozgerê berpirsiyarê dozê diyar kiriye ku greva birçîbûnê ya Kejal Rehmanî bi tu awayî bandorê li ser pêvajoya lêpirsînê ya ku ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ve tê meşandin nake. Her wiha hat ragihandin ku dozger diyar kiriye ku ger ew ji ber greva birçîbûnê bimire, tenê tiştê ku ew ê bikin ew e tenê belgeya mirinê bidin.
 
Xwişk û bira bi hevre hatin girtin
 
Li gorî raporê, rayedarên Ofîsa Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê ragihandin ku sûcên li dijî Kejal Rehmanî û Daniyal Rehmanî ‘endamtiya komên opozîsyonê li derveyî welat’ e û fermana girtina demkî ya 20 rojî li dijî wan hatiye dayîn.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ye, xwişk û bira, Kejal Rahmani û Daniyal Rahmani ku bi lêgerîna xwe ya edaletê têne nasîn. Di 6’ê Hezîrana 2026’an ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve hatin binçavkirin. Piştî dorpêçkirina mala malbata Kejal Rahmani, hêzên ewlehiyê deriyên ketina malê şikandin, xwişk û bira bêyî ku biryara dadgehê pêşkêş bikin û zorê bikaranîn û  girtin.
 
Li gorî çavkaniyên ku ji rewşê agahdar in, hêzên ewlehiyê di dema operasyonê de bi xeletî ketine apartmanek din a heman avahiyê. Yek ji niştecihên apartmanê, dema rastî hêzên çekdar û rûpoş hat, ji şokê bêhiş bû. Piştî vê bûyerê, tê gotin ku hêzên ewlehiyê ber bi apartmana rast ve çûne û operasyon domandine.