Sultan Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
- 20:09 23 Hezîran 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Sultan Dag ya YJA-STAR’î ku di 23’ê Hezîrana 2024’an d eli herêma Mawa ya Gabarê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.
Sultan Dag (berîtan Nûrhak Çiya) ya YJA-STAR’î ku di 23’ê Hezîrana 2024’an d eli herêma Mawa ya Gabarê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) li gundê Şêxmehmut a Mahsert a Mêrdînê bername bi tevlibûna gelek kesî pêk hat.
Rêvebera MEBYA-DER’ê Fatima Sayar axivî û kesên di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salîh Kuday jî axivî û got hêviya wan eve ku aştî bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re pêk bê.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ bidawî bû.







