‘Em bi çanda xwe di pêvajoya avakirina nû de ne’

  • 18:32 21 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN-  Sebahat Tuncel di roja dawî ya Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê de axivî wiha got: “Hewcedariya me Kurdan bi romaneke ku rihê Kurdan nîşan dide, bi rihekî kolektîf heye. Bandorek xurt a wêjeyê heye.”
 
 Li navçeya Tûşbayê ya Wanê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWAR’ê dihat lidarxistin, berdewam dike. Di çarçoveya bernameya îro de çalakiya “Hevdîtina bi ciwanan re” ku tê de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sabahat Tûncel û endamê Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş weke axiver cîh digirtin, hat lidarxistin. Hevdîtin bi tevlibûna hejmareke mezin a ciwanan pêk hat û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da.
 
‘Wê encam weke Ronesansa Fransayê derbikeve holê’
 
Di “Hevdîtina bi ciwanan re” a bi moderatoriya rojnameger Adnan Bîlen dest pê kir de ewilî Çetîn Arkaş axivî û diyar kir ku di 45 salên dawî yên Kurdistanê de gelek bedel hatin dayîn û got: “Divê ev xerabeya piştî vî şerî 45 salî mayî ji holê rabe û careke din bê avakirin. Lewma wêje di vî warî de gelek girîng e û divê em wêjeya xwe li ser esasê vê têkoşînê bihonin. Ev pêvajoya niha bigihije armancê dê encameke weke ronesansa Fransayê derxîne holê. Îro behsa pêvajoyeke nû ya avakirinê dikin. Pêşî divê em tiştê nenasayî (anormal) normal bikin. Divê em wêje, huner û beşên din ên hunerê paşguh nekin. Wêje û hunera ku xîtabî ruh dike, piçûkdîtina wan e.”
 
‘Niha dor dora azadiyê ye’
 
Sabahat Tuncel jî ku bal kişand ser dejenerebûna çand û hunerê, diyar kir ku pêdiviya Kurdan bi berhemeke ku têkoşîna kolektîf ya Kurdan vedibêje heye. Sebahat Tûncel da zanîn ku bandoreke pir xurt a wêjeyê heye û got: “Em wekî gelekî ku di nav 100 salên polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de ne, me ev tunebûn bi têkoşînê ji holê rakir. Dema ku li cîhanê hebûna her kesî di bin mîsogeriya destûra bingehîn de ye, li Tirkiyeyê tunebûna Kurdan di bin mîsogeriya destûra bingehîn de ye. Hemû cîhan Kurdan nas dike û bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ xwe dide naskirin. Rêberê Gelê Kurd polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê çirand û gel vedixwîne ji nû ve avakirinê. Wî ji bo azadiyê gav avêt. Me siyaseta înkarê ji holê rakir û avakarê vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Têkoşîna azadiyê berdewam dike û em ê jî têbikoşin. Em ê bi hişmendiyeke hevkariyê, jiyaneke komînal piştgiriyê esas bigirin. Li pêşiya me serdemeke hem zehmet hem jî hêsan heye. Ger em ronahiya li Îmraliyê bibînin, em ê hêviyê jî bibînin. Me di 50 salan de nasname û hebûna xwe qezenc kir, niha dor hat ser azadiya me.”