Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin
- 18:04 18 Hezîran 2026
- Ekolojî
BEDLÎS - Welatiyê ku nerazîbûn nîşanî projeya GES’ê ya ku dihat plankirin li bajarokê Pirxûs a Xelatê were çêkirin da, hat binçavkirin.
Li bajarokê Pirxûs ê navçeya Xelatê yê Bedlîsê, Şîrketa Ecowind 1 Enerji A.Ş. a girêdayî Ecogreen Enerji Holding A.Ş. li ser 80 donim mêrgê Santrala Enerjiyê ya Depokirî (DGES) ya Rojê bê çêkirin. Dema welatiyan li dijî projeyê bertek nîşan dide wesayîtên kar ketin qadê. Piştî têketina wesayîtan, cendirme têketina bajarok qedexe kir û welatiyê ku nerazîbûn nîşan da binçav kir.
Hat zanîn ku bertekên li dijî projeyê dewam dikin û Dadgeha Îdarî ya Wanê dê di 26’ê Hezîranê de ji bo lêkolîna qadê pispor wezîfedar bike.







