Reqsa çûk û masiyan

  • 09:05 30 Gulan 2026
  • Galeriya Jinê
WAN - Ahenga mezin a di navbera masîpankan û teyravan de yên ku ber bi Benda Masiyan a Erdîşê ve koç dikin vediguhere dîmenek xwezayî û kesên ku temaşe dikin bala wan dikişîne.
 
Benda Masîyan a li navçeya Erdîş a Wanê ye, bi qasî 10 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye û bi hezaran mêvanan dikişîne ba xwe. Benda Masîyan ku şahidiya koçberiya masîpankan ên cureyekî endemîk ê Gola Wanê ye, ku di meha Nîsanê de dest pê dike û di meha Tîrmehê de bi dawî dibe, dîmenek balkêş pêşkêş dike. Rêwîtiya sê mehî ya masîpankan dibe sedema dîmenekî efsûnî.
 
Di demsala koçberiyê de, masîpank li dijî herikînê avjeniyê dikin û bala temaşevanan dikişînin. Bi hezaran kes di dema koçberiyê ya sê mehan de serdana Benda Masiyan  dikin û mêvan bi hewes hewl didin ku wêneyên teyrav û masiyan bi hev re bigirin.
 
Teyrav û masî dîmenekî dîtbar diafirînin, bi hev re direqisin û temaşevanan matmayî dikin.
 
Foto: Oznur Deger