Nextgen Kurdî li ser ‘Jin û Werzîşê’ forûmek li dar xist

  • 22:19 19 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Nextgen Kurdî bi armanca nîqaşkirina hebûn û zehmetiyên jinan ên di qada werzîşê de, Forûma Ciwanan li dar xist. Di forûmê de werzîş ne tenê wekî çalakiyeke fîzîkî, di heman demê de wekî qadeke têkoşîna civakî, çandî û kolektif hate nirxandin.
 
Nextgen Kurdî têkildarî ‘Jin û Weşîzê’ li ÇandAmedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê 4emîn Forûma Ciwanan li dar xist. Di forûmê de hate armanckirin ku jinên di beşên cuda yên werzîşê de cih digirin, tecrûbeyên xwe, zehmetiyên ku li qadê bi rûbirû dimînin û pratîkên piştevaniyê bi ciwanan re hate parvekirin.
 
Panela ku bi moderatortiya Gulnarîn Demîrelê hate birêvebirin; ji lîstikvana Yogaya Kurdî  Berîvan, lîstikvana hentbolê Şîlan Tût, lîstikvana Tîma Jinan a Amedsporê Kezban Yorga, endama Mor Barîkatê Esra Baturay û lîstikvana Boks, Kung-fu, Wushu û Muay Thaiyê Melek Nûr Matyar wekî axêver cih girtin. Di forûmê de li ser mijarên wekî xuyabûna jinên Kurd a di werzîşê de, bandora werzîşê ya li ser ciwanan û têkiliya ziman, çand û werzîşê nîqaş hatin kirin.
 
‘Werin maçên me û piştgiriyê bidin me’
 
Di destpêka bernamê de lîstikvana Tîma Jinan a Amedsporê Kezban Yorga axivî. Kezban Yorga bal kişand ser newekhevbûna jin û merê ya di wezîşê de. Kezban Yorga da zanîn ku ji bo jinan zêdetir serkeftî bin divê zêdetir piştgirî bê dayin û wiha got: “Em heke qasî futbolê qîmetê bidin voleybolê jî an jî werzîşên din jî, ew ê jî bi qasî futbolê pêş bikevin. Jixwe em wisa difikirin ku em dizanin, em dibînin ku qîmet tenê ji bo futbolê tê dayîn, yanî qasî em dibînin qet nebe tenê ji bo futbolê tê dayîn. Çimkî sê tîmên me hene, em li Super Lîgê ne. Em dixwazin ew jî werin maçên me, çimkî em di Super Lîgê de ne, yanî amator nînin. Lê qîmeta ku didin wan mêran nadin me jinan. Belkî em îsal bibin şampiyon, em di rêza sêyemîn de ne. Eger em wisa dewam bikin belkî em bibin şampiyon. Heta rastî ez wisa dibêjim, ji bo jinan çi hewce bike, yanî tiştekî ku jin nikaribe bike nîne. Eger derfet bê dayîn an jî derfetê bide xwe, jin dikare di her tiştî de serkeftî be. Em tenê destekê dixwazin. Em perê wan, tiştekî wan naxwazin; em tenê dixwazin werin maçên me û piştgiriyê bidin me. Em dixwazin werin pişt me.
 
‘Gava tu fêr dibî, êdî tu aciz nabî’
 
Melek Nûr Matyar diyar kir ku beriya her tiştî, bavê wê gelek piştevaniya wê dikir. Melek Nûr Matyar destnîşan kir ku bavê wê dixwest ku ew wekî zilaman xurt bibe, lewma hertim piştevaniya wê dikir û wiha bilêv kir: “Paşê, dema derdorê dinihêrî, ji bavê min dipirsîn bê ka keça wî bi kîjan alî ve çûye û çima evqas derdikeve derve. Bavê min jî ji wan re digot ‘ew bi xwe ketiye vê rêyê’ û bi vî awayî derdorê zêde tiştek nedigot. Min bi pismamê xwe re dest pê kir. Bêguman di destpêkê de pir zehmet bû. Dema ku ez ji antremanê dihatim, min xwe davêt ser nivînan û min qeşa didanî serê xwe. Ya girîng ev e; tu dibêjî qey tiştek nabe û tu nikarî bikî, lê dema tu fêr dibî êdî ew zehmetî namînin. Gava tu fêr dibî, êdî tu aciz nabî.”
 
‘Hentbol, wekî futbolê zêde nayê zanîn’
 
Lîstikvana hentbolê Şîlan Tût di axaftina xwe de da zanîn ku kesî di derdora wê de hentbol nedilîst, heta kesî spora hentbolê jî nedizanî û wiha pêde çû: “Heta ez dikarim bibêjim di derdora min de kes bi sporê re jî têkildar nebû, ez a yekem bûm. Min vîdeoyên sporê temaşe dikirin û min bi kêfxweşî dest pê kir. Li gorî min, rewş roj bi roj ji bo jinan baştir dibe, lê belê hîn jî kêmasî pir in. Hentbol ji bo lîsansên jinan guncavtir e, lê belê wekî futbolê zêde nayê zanîn. Destek û piştgiriya ji bo jinan di warê hentbolê de kêm e. Li gorî min, divê em sporê bidin naskirin û li pêş bixin. Kîjan spor dibe bila bibe, divê em xwedî lê derkevin. Hentbol û lîsansên wê ji bo me pir girîng in, lê belê wekî ku min got, piştgirî kêm e. Mixabin hinek caran em bi xwe jî rastî neheqiyan tên û carinan xeletiyan dikin. Carekê hakemekî neheqî li min kir û min jî bertek nîşan da. Divê di sporê de cudakarî neyê kirin. Dema ku min dest pê kir, min dît ku ez di aliyê fîzîkî de bêtir bi hêz dibim. Berê ez zêde ne bi hêz bûm, lê bi sporê re jiyana min guherî. Li gorî min, spor divê di jiyana her kesî de hebe û pir girîng e. Di hentbolê de di navbera jin û mêran de cudahiyeke mezin nîne; mêr jî dilîzin, jin jî dilîzin.”
 
‘Yogaya Kurdî xist navenda jiyana xwe’
 
Lîstikvana yogayê Bêrîvan di axaftina xwe de diyar kir ku ew yogaya xwe ya bi zimanê dayikê dike û got: “Bi rastî, ez li ser zimanê xwe, anku zimanê dayika min dixebitim. Dema ku ez perwerdehiya yogayê didim, min xwest ez bi Kurdî jî bikim. Min biryar da û min dest bi yogaya Kurdî kir. Dema ku min dest pê kir, min dît ku yogaya Kurdî  pir xweş e û min ew xiste nav navenda jiyana xwe. Zimanê me Kurdî  ye, heta nûjen jî bibe, ez her tim dixwazim bi Kurdî  be. Min bi giştî bertekên pir erênî û baş girtin. Yek ji bertekên herî balkêş ew bû ku hin kesan qet nedizanî yoga çi ye; gava ku wan bi Kurdî  dît, ecêbmayî man. Lê bi giştî, wan pir eciband û kêf jê re anîn. Mêr bi gelemperî yogayê wekî barekî fîzîkî dibînin. Ew naxwazin laşê xwe zêde nîşan bidin û hinekî şerm dikin. Di yogayê de hevsengî, laş û hiş bi hev re tevdigerin. Ji ber vê yekê laşê mêran ji bo yogayê zêde nerm nîne û ew bi zehmetî dikin. Jin dikarin xwe hêsantir îfade bikin û fîzîka wan ji bo yogayê nermtir e. Wek mînak, tenê yek xwendekarekî min ê mêr li Hezroyê heye; tevî ku 46 salî ye jî, ew tevgerên yogayê pir baş dike.”
 
‘Jina ku bixwaze, her tiştî dikare bike’
 
Endama Mor Barîkatê Esra Baturay detnîşan kir ku di aqilê mirov de, di civakê de, dibêjin ku ‘futbol tiştekî mêran e, jin nikare bilîze’ û wiha axivî: “Fikrekî wiha yê mêran e heye lê jin dikare bilîze. Jina ku bixwaze, her tiştî dikare bike. Em dixwazin ku ciwan, jin, zêdetir berê xwe bidin branşên cûda û nas bikin. Em dixwazin ku ciwanên me wê werzîşê bikin. Em dixwazin ku di qada wan de jî piştgiriyê bidinê. Mînak em dibêjin ‘Em şampiyon in’, diçin Tirkiyeyê, şampiyoniya Tirkiyeyê tînin, madalyayê tînin lê em li vir dinêrin, tu piştgirî tune ye.”
 
‘Di stadyumê de qada jinan tê tengkirin’
 
Esra Baturay sedema endamtiya xwe ya Mor Barîkatê wiha pênas kir û got: “Dema ez biçûk bûm ez diçûm maçan. Dema ez diçûm stadyumê, min mêze dikir ku ew der qismê mêran e. Em tenê çend jin in. Stadyumên futbolê dîrek di aqilê wan de wisa ye ku mêr hene. ‘Di stadyumê de mêr hene, tu çima diçî wir? Ew spora mêran e, tu çima diçî wir?’ dibêjin. Lê ev têkiliya dil e. Em dixwazin ku em herin, em bibêjin ku ‘Li vir jin jî hene!’ Ez temaşe dikim, Mor Barîkat jin in, azadiya jinan e. Mor Barîkat dibêje ‘Em li vir in.’ Jin tenê di malê de namînin, zarokan mezin nakin, firaxan naşon. Jin tenê nakeve vê qalibê. Em dibêjin ku jin her tiştî dikare bike.Mêr difikirin, jin çima diçin stadyumê? Em dixwazin nîşan bidin. Em kurd in. Em dibêjin ‘Amed’. Mor Barîkat heye. Em hemû; li Amedê, li Stenbolê, em li her derê ne. Lê navê me Mor Barîkat e. Tu Mor Barîkatê bibînî, jin e. Heke em tiştekî bikin, em bi navê Mor Barîkatê dikin. Alîgirên mêr gava dibînin dibêjin ‘Aha jin hene, em biçin nêzîk bibin’. Di stadyumê de mêr pir in, em kêm in. Ji ber wî qada me teng dikin. Em her ku mezin dibin, ew dîsa qada me teng dikin. Yek ji zehmetiyan ev e. Ya din, wek mînak em dixwazin herin maçê, malbat dibêje ‘Mêr hene’ an jî ‘Dê şer derkeve’. Zehmetî ev in.”
 
Forûm bi pirs û bersivan bi dawî bû.