Li Urmiyeyê agahî ji mamosteya kurd nayê girtin
- 11:04 16 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Îranê li Urmiyeyê, mamosteya Kurd Forûzan Îslamî bêyî biryara dadgehê binçav kir. Hat ragihandin ku aqûbeta wê nayê zanîn.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, derbarê binçavkirina jinek Kurd de agahî parve kir. Li gorî nûçeyê, jina Kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê Ingilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birîn.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî ku tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine û ew revandine. Heya niha derbarê cih û rewşa tenduristiya wê tu agahî nehatine bidestxistin.
Hat diyarkirin ku Forûzan Îslamî di warê perwerdehiya zimanê Ingilîzî de xebatên aktîf meşandine û weke kesayetiyeke naskirî ya Kurd li Ûrmiyeyê tê naskirin.







