Peyama hevpar: Divê statuya Abdullah Ocalan pêk bê
- 09:07 9 Gulan 2026
- Rojane
WAN - Siyasetmedarên jin diyar kirin ku bêyî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê nikare bimeşe û gotin: “Em bi serokê xwe bawerin, em piştgiriya wî dikin. Berpirsyariya pêvajoya aştiyê dikeve ser milê me hemûyan.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin didome. Li ser bangê PKK’ê kongreya xwe pêk anî. PKK’ê di salvegera 12’emîn kongreya xwe de daxuaniyek da û balkişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk". Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û got ji bo avakirina ji nû ve a pêvajoyê kanalên çarseriyê û diyalogê divê bên vekirin.
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê Rengîn Karaduman û hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îpekyolu ya Wanê Şengul Aci der barê pêvajoyê de axivîn.
‘Dewlet naxwaze pêvajo erênî bimeşe’
Şengul Aci da zanîn ku pêvajo ev saleke zêde ye dest pê kiriye û ji aliyê desthilatdariyê ve gavek nehatiye avêtin û wiha got: “Rêber Apo û tevgerê berpirsyariya xwe anî cih. Dewlet naxwaze pêvajo erênî bimeşe. Em bi serokatiyê bawer in. Em her tim li cem serokatiya xwe ne. Em berpirsyariya xwe tînin cih.”
‘Divê statuya ji bo serokatiyê bê nasîn’
Şengul Aci di berdewamiyê de anî ziman ku divê demildest ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statu bê nasîn û got pêşketina pêvajoyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê hewcedariye. Şengul Aci ev tişt bi lêv kir: “Dewlet dema dikeve zorê tê cem gelê Kurd. Em vê qebûl nakin. Dema statu ji bo serokatiyê b ê nasîn wê riya hevalên me yên li girtîgehê û surgunê bê vekirin. PKK’ê çek berda, lê tu qanûn dernexistin ji bo wan. Em vê qebûl nakin. Divê ji bo serokatiyê statu bê nasîn.”
‘Di nav çar dîwaran de tu kes nikare siyasetê bike’
Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Rengîn Karaduman jî daxuyakirin ku di ser pêvajoyê re salek derbas bûye û got pêvajo nikare yek alî bê meşandin. Rengîn Karaduman ev tiş anî ziman: “Divê desthilatdarî demildest gavê bavêje. Rêber Apo û tevgerê berpirsyariya xwe anî cih. Divê ji bo Birêz Ocalan statu bê dayîn. Divê dewlet gavê bavêje. Birêz Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Pêvajo yekalî nikare bê meşandin. Tenê bi xwestinê nabe. Divê di pratîkê de gav bên avêtin.Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê maf bên nasîn.”







