Di festîvala Rûsyayê de çanda Kurdî derket pêş

  • 09:04 9 Gulan 2026
  • Rojane
Sozdar Îsmaîl
 
MOSKOV - Jinên kurd ên li Rûsyayê tevli festîvalê bûn li ser çanda Kurdî û li ser girîngiya vê festîvalê axaftin kirin. Jinan wiha gotin:"Em dixwazin di Rûsyayê de hîn bêtir bidin naskirin û bikaribin ciwanên xwe miletê xwe berê wan bidin çanda Kurdî ku ji bîr nekin."
 
Festîvala Navnetewî ya hûnerên parçedoziyê li Moskovê ya Rûsyayê hat lidarxistin. Festîval di navbera dîrokên 2-8’ê Gulanê de tê lidarxistin. Ji aliyê serokatiya Dewleta Rûsyayê ve, îsal wekî “sala Gelên li Rûsyayê Dijîn” hat ragihandin û li ser vê bingehê dest bi çalakiyan hat kirin. Çanda Kurdî bi baldariyeke mezin hat temaşekirin. Navê fermî yê beşdarbûna Kurdan wekî “Kurdistan” hat diyarkirin. Di festîvalê de gelek çandên cuda bi dewlemendî di festîvalê derketin pêş.  
 
Jinên kurd li ser çanda Kurdî û li ser girîngiya vê festîvalê axaftin kirin. 
 
Sala yekîtiya netewên li Rûsyayê dijîn, hat îlankirin
 
Nûnera Yekîtiya Jinên Kurd aê hêrêma Rûsyayê Guhara Hesen wiha behsa vê plansaziya festîvalê kir: "Îsal ji aliyê serokkomarê Rûsyayê ve sal wekî yekîtiya netewên herêma Rûsyayê dijîn hat îlankirin. Pêwîst e di vê çarçoveyê de îsal gelek merasîmên ku zengînbûna gelan dide diyarkirin were pêşkêşkirin, ji ber ku meha gulanê li Rûsyayê meha serkeftinê ye. Ji 2'yê Gulanê heya 8'ê Gulanê li navenda Moskovayê cihê ku bi navê (Gostîny Dvor) festîval hat lidarxistin."
 
Di festîvala Rûsyayê de çanda Kurdî derket pêş 
 
Guhara Hesen diyar kir ku di çarçoveya pêşengehê de taybet 2-4-6’ê Gulanê ji bo Kurdan hate diyarkirin û wiha got:"Di van çend rojên bihûrî de cihê bi navê 'Kurdistan' gelek bi cil û bergên Kurdî, tiştên bi dest hatine çêkirin derket pêş. Her wiha ensturmanên Kurdî ku çanda Kurdî didin diyarkirin, me ji gelên dîtir re da pêşkeşkirin. Di heman demê de  2 û 4'ê Gulanê bernameya me ya konserê bi hunermêndên herêmî û Koma Folklorê bi stran û govendên xwe yên Kurdistanê hatin pêşkeşkirin. Di vê çarçoveyê de sînevzîyonên ku li ser dîrok û çanda Kurdistanê hat pêşkeşkirin.” 
 
Çand û dîroka Kurdistanê bal kişand 
 
Guhara Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Herî dawî 6’ê Gulanê di bernameya festîvalê de dîsa koma foklorê û stranbêjên me li wê derê stran û govendên xwe wê pêşkeş kirin. Di heman demê de koma me bi cil û bergên xwe yên Kurdistanî derketin pêş. Di heman demê de dervê gelê Kurd miletên wek Kazax, Kirgiz, Ozbek, Tacîk, Afgan, Afrikî, Çînî, Koreyî bi nûnerên van dewletan jî tevlî bûne. Lê belê em dikarin bêjin kesên ku beşdarê vê festîvalê bûn, bi taybetî çand, dîroka Kurdistanê gelek bala wan kişand. Ji ber ku di vê festîvalê de me hewl da ku em çanda her aliyê Kurdistanê bidin diyarkirin û bi dilxweşî bi dilgermî milet tên mêze dikin. Tiştê ku ji destê me jî tê em dikin. Em dixwazin çanda xwe bi vî awayî bidin diyarkirin.” 
 
'Em bi navê Kurdistanê tevlî bûn'
 
Yek jî ji beşdarvanan mamosteya koma foklorê a bi navê (Koma Barîn) Fatma Arîn bi berfirehî qala rol û mîsyona çand û govendên Kurdî kir. 
Fatma Arîn wiha axivî: “Ez mamosteya Koma Barîn. Kom li ser navê hevalekî Şehîd hate damezrandin. Em jî hatin tevlî vê peşengehê bûn. Bi rastî tiştê ku li ser me bandor kir, ew bû ku em bi navê Kurdistanê tevlî bûn. Ev bernameyek navnetewî ye. Û bi navê Kurdistan em telî bûn ji bo me jî bandorek gelek mezin û kêfxwaşiyek jî çêkir. Ev demeke dirêj e em xebatên çand û hûnerê didin meşandin û komên me bi ciwanan hatine avakirin. Tiştê ku îro em dixwazin di Rûsyayê de hîn bêtir bidin naskirin û bikaribin ciwanên xwe miletê xwe berê wan bidin çanda Kurdî ku ji bîr nekin. Komên me yên foklorê çêdibin. Dewleta Rûsyayê mafê ku ji aliyê çandî de dide netewên ku di nav wan de dijîn, wisa didin Kurdan jî. Ji bo wê jî hewldanên me yên pir mezin jî em bikaribin, ziman û çanda xwe ya ku dapîr û bapîrên me bi sedsalan e parastine, li ser piyan bihêlin. Di demên berê de milet di Kafkasyayê de û di Asya Navîn de hemî li gel hevdu dijiyan, ji bo wê jî ziman û çand dihat parastin. Lê belê niha piştî hilweşandina Sovyetê şûnde miletê me belavê Rûsyayê bû. Di Rûsyayê de jî hewldanên me yên pir mezin hene ku miletê me li ku derê bijîn jî em bikaribin saziyên xwe vebikin çanda xwe biparêzin û hin bêtir ciwanên xwe bikşînin nav de.” 
 
Defîleya cilên Kurdî hat lidarxistin 
 
Fatma Arîn wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ciwanên ku îro ez ji wan re mamostetiyê dikim, nezîkê 23 ciwan in. Di heman demê de di nav wan de zarok jî hene. Em dersê Zimanê Kurdî didin, dersên govendên Kurdî bi taybetî jî yên herêmê Kurdistanê didin. Ji ber ku ciwan hindek xerîb in ji aliyê çanda Kurdistanê de, ji bo wê jî dema cil û bergên Kurdî yên herêmî ciwanên me li xwe dikin û nas dikin li gor wan cilan ciwan dîrok, jiyana miletê me bêtir nas dikin. Ji bo wê jî em hatin vê derê. Koşeya li ser navê Kurdistanê hatiye çêkirin, gelek cil û bergên Kurdî, nexşên desta yên Kurdî hatine çêkirin, bi rastî ji bo ciwanên me jî kêfxweşiyek bû. Di heman demê de tiştê ku me li vê derê dît gelek miletê ku hatine vir bala wan cil û bergên Kurdî û govendên Kurdî kişand. Rast e Kurd û Kurdistan niha tê naskirin, lê belê gelek mirov jî çanda me nas nakin. Ji bo wê jî di vê pêşengehê de me defîle jî nîşan da, hemî defîleyên me jî ji parçeyên Kurdistanê yên Riha, Amed, Agirî, Rojhilat Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn. Ji bo wê jî ciwanên me jî gelek bi kêfxweşî û bi dilgermî ew cil li xwe kirin, derketin defîleyê.” 
 
'Festîvalên bi vî rengî ji bo çandê girîng in' 
 
Fatma Arîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di vê festîvalê de her miletekî koşeya xwe ya netewî vekirine. Me jî li çanda wan mêze kir. Di heman demê de gelê ku li vir amade bûyî dihatin pirs dikirin ku seatên ku komê me wê derkevin ser dikê meraq dikirin. Ez dikarim bêjim gelek bandora xwe kir û gelekan jî digotin tiştê herî xweş ew e ku yên we hemî ciwan in û xort, jin bi hevre dileyizin. Ji bo wê jî çend kes hatin gotin hûn dikarin çend ciwnên xwe bidin ji bo ku cil û bergên me jî li xwe bikin derkevin defîlê. Me alîkariya wan jî kir. Ez dikarim bêjim ku festîvalên bi vî rengî gelek baş e ku her carê em bikaribin çanda xwe peşkeşî gelên dîtir bikin. Festîvalên bi vî rengî ji bo çandê girîng in.”